Tûnç: Armanca dewleta Tirk ew e ku Kurd û Elewî li herêmê nemînin
Siyasetmedar û nivîskar Azîz Tûnç diyar kir ku alîkariya ji bo Kurd û Elewiyan tê astengkirin û got ku ji bo Kurd û Elewî li herêmê nemînin, dewlet erdhejê weke firsend bi kar tîne.
Siyasetmedar û nivîskar Azîz Tûnç diyar kir ku alîkariya ji bo Kurd û Elewiyan tê astengkirin û got ku ji bo Kurd û Elewî li herêmê nemînin, dewlet erdhejê weke firsend bi kar tîne.
Piştî 4 rojan dewletê nû dest bi mudaxeleya hilweşînên mezin ên li navçeyên Bazarcix û Elbîstan a Mereşê kir. Tevî ku erdheja li her du navçeyan qewimî navendî bûn, dewleta Tirk di demê xwe de bi ti awayî mudaxele nekir. Mirovan hewl da bi derfetên xwe kavilan rabikin. Dewletê li her du navçeyan jî, mexdûrên erdhejê bi tenê hiştin.
Nivîskar/siyasetmedar Azîz Tûnç ê Elbistanî ji ANF’ê re qala pirsgirêkên ku mexdûr pê re rûbirû man kir û got ku nêzîkatiya dewleta Tirk polîtîk e. Tûnç diyar kir ku desthilatdariya AKP/MHP’ê ya faşîst erdhej ji bo xwe weke firsend dît û Kurd û Elewiyên wir teşvîkî koçberiyê dike.
Tûnç bal kişand ku dewleta Tirk zoriyê dike ku alîkarî bi rêya AFAD’ê bên kirin û destnîşan kir ku dewlet bi vî awayî dixwaze alîkariyên saziyên gel û demokratîk asteng bike. Tûnç wiha pêde çû: “Bi eşkere hatiye dîtin ku AFAD’ê ti alîkarî nedaye Elewiyên Kurd û Elewiyên Tirk.”
‘DESTHILATDARIYA FAŞÎST HEWL DIDE KU JI ÊŞÊN ERDHEJÊ SÛDÊ WERBIGRE’
Tûnç anî ziman ku di xebatên navendî yên ji aliyê AFAD’ê ve tê meşandin de, ferq û cudahî tê kirin û ev tişt gotin: “Yên di erdhejê de herî zêde êş kişandin Elewiyên Kurd-Tirk in. Çima? Beşên din ên civakî ma ev erdhej nejiyan? Em dizanin ku ev erdhej bi serê her kesê hat. Çima ti bertekek wan tune ye. Çima qêrîna derdorên navborî nayê bihîstin? Ji ber ku dewletê di astek wisan de alîkarî daye wan herêman, ku pêşî li derketina dengê wan bigire.
‘HEMÛ PÊVAJOYÊN DEWLETÊ HATINE POLÎTÎZEKIRIN’
Tûnç ragihand ku dewleta Tirk hewl dide ku karesata erdhejê ji bo armancên xwe yên polîtîk bi kar bîne û wiha got: “Berovajî gotina Erdogan a ‘em siyasetê nekin’, her tişt û hemû pêvajoyên erdhejê hatine polîtîzekirin. Erdheja ku qewimiye, yek ji erdhejên herî mezin a di sedsala dawî de li Tirkiye û Kurdistanê qewimî ye.”
‘ERDHEJÊ WEKE FIRSEND BI KAR TÎNIN’
Tûnç diyar kir ku weke tê zanîn li Elbistan û Bazarcixê ku herî zêde texrîbat lê çêdibe, piranî Kurd û Elewî dijîn û wiha got: “Dewlet ji civakên Elewî yên Kurd-Tirk ên li Mereş, Bazarcix, Elbistan, Afşîn, Goksun, Ekînozu, Çaglayancerît, Nûrhak, Turkoglû û Andirinê ditirse û li dijî tevgerek ku ew pêş bixin tedbîrê digre. Dewleta Tirk dixwaze vê erdhejê veguherîne firsendê û li vir encamek siyasî/civakî derbixe.”
Tûnç qala saziyên demokratîk û welatparêz ên li Ewropayê ji bo mexdûrên erdhejê seferbûne kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk ketiye hewldana astengkirina wê yekê jî.
‘ELEWÎ Û KURD DIVÊ JI BO MAYÎNA LI SER XAKA XWE BI ISRAR BIN’
Tûnç îşaret pê kir ku hewl tê dayîn, Kurd û Elewî koçî bajarên rojavayî bê kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çawa ku îro serî li ber zilma Erdogan û dewleta Tirk nayê tewandin, divê di ti şert û mercî de mirov xwe radestî polîtîkayên qirkirinê neke. Erdogan erdhejê weke firsend dibîne û dixwaze bişaftina etnîk û olî pêk bîne. Divê gelê me li dijî vê yekê hîn zêdetir xwedî li xak û azadiya xwe derbikevin. Encex hêza bi rêxistinkirî ya gel dikare vê faşîzmê û taybetmendiya kujer a erdhejê, ji holê rabike.”