Endamên Komeleya Şêwirmendiya bi Malbatên Girtiyan re (TUAD) ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li ber girtîgeha Bakirkoya Jinan daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê TUAD'ê Mahmut Taşdan daxuyanî da û got; "Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîda li ser gelê Kurde.
Endamên TUAD'ê çalakiya xwe ya her hefte ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş lidar dixin vê hefteyê jî berdewam kir. Rêvebirên BDP'a Stenbol û navçeyên wê, endamên însiyatîfa dayîkên aştiyê, endamên Kongreya Demokratîk ya Gelan jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de pankarta li ser; "Bila mirinên li girtîgehan bidawî bibin! Girtiyên nexweş azad bibin" hat vekirin û wêneyên girtiyên nexweş hatin bilindkirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên wekî; "Pêkûtî nikarin me bêzar bikin", "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" jî hatin berzkirin. Serokê TUAD'ê Mahmut Taşdan daxuyanî da û bal kişand li ser tecrîda girankirî ya ev saleke li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û got; "Di kesayeta Birêz Abdullah Ocalan de tecrîda girankirî li ser gelê Kurd tê meşandin."
'GEL DI SINDOQANDE DÊ HISAB BIPIRSE'
Taşdan diyar kir ku di girtîgehê de ji mirinê re terikandin bi serê xwe qirkirine û anî ziman ku, AKP li hemberî Wana ku hêj birînên xwe derman nekiriye dîsa birîn vekirine. Taşdan wiha axivî: "Gel baş dizane ka kî çi dike. Hisaba vê yekê jî di sindoqan de ew dê bipirse. Her kesê ku tê girtin di bin navê KCK'ê de tê mehkumkirin û bi îdîanameyan tên înfazkirin. Gelek girtî nayên tedawîkirin û terkî mirinê dikin. Lewma bi dehan kesî di girtîgehê de jiyana xwe jidest da, bi sedan girtî jî gihîştine sînorê mirinê."