Endamên TUAD'ê têkildarî binpêkirinên mafên mirovan de daxuyanî dan û wiha gotin: "Her roj binpêkirinên mafên mirovanên girtîgehan zêde dibin. Di pêvajoyeke wisa de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike û ji jiyana wî gumana me heye. Bila stratejiya qirêj ya li ser Ocalan bi dawî bibe. Bila riya muzakereyê bê vekirin û tecrîd û îzolasyona 11 salin berdewam dike bê rakirin."
Endamên TUAD'ê ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş li ber Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankrata "Ji mirinên girtîgehan êdî bese. Ji girtiyên nexweş re azadî" vekirin. Endamên TUAD'ê, rêveberên BDP'ê, Dayîkên Aştiyê tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên jinên nexweş hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de sloganên "Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye", "Girtiyên nexweş serbest berdin" û "Zext me bêzara nakin." hatin berzkirin.
Serokê TUAD'ê Mahmut Taşdan daxuyanî xwend û diyar kir ku li Tirkiyeyê bi salane gelek kes ji ber kurdin tên binçavkirin. Taşdan, anî ziman ku Wezîrê Navxweyî têkildarî 34 welatiyên li Roboskiyê hatin qetilkirin gotin "ew fîguranên terorê ne" û wiha got: "Piştî 5 meh bi ser sûcê mirovahiyê yê li Roboskiyê pêk hat Serokwezîr bûyer bi destê kê pêkhat aşkera kir."
Taşdan, da zanîn ku bi sedan girtiyên nexweş li girtîgehan de. Taşdan, bilêv kir ku li gel taluka jiyanê ya girtiya nexweş Hediye Aksoy heye disa jî serbest nayê berdan û wiha axivî:
"Di pêvajoya binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan zêde dibin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike û guman me ya jiyana wî heye. Bila stratejiya qirêj ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê bi dawî bibe. Riya muzakereyê bê vekirin û tecrîd û îzolasyona bê rakirin."