TŞYG: Em her cihî bikin qada çalakî û berxwedanê!
Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga xurtirina pêngava polîtîk leşkerî kir û got, "Em her cihî bikin qada çalakî û berxwedanê."
Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga xurtirina pêngava polîtîk leşkerî kir û got, "Em her cihî bikin qada çalakî û berxwedanê."
Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga xurtirina pêngava polîtîk leşkerî kir û got, "Em her cihî bikin qada çalakî û berxwedanê."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, komkujî û êrîşên wehşî yên topyekûn ên hikûmeta AKP'ê ya bi sûltaniya Erdogan dewam dikin û hat gotin, "Kurdistan û Tirkiye veguherîne gola xwînê. Bajarên Kurdistanê û navendên berxwedanê bi tank û topan tên bombekirin; nirx, xweza û cihên dîrokî tên hilweşandin. Zarok, extiyar, jin bê pirs û sewal tên qetilkirin; bedenên jinan bi tazî tên teşhîrkirin û bedenê mirovan li pişt panzeran bi erdê re tên kaşkirin. Bedena ciwanên Kurd li binê tankan tên eciqandin. Li 'jêrzemînên wehşetê' mirov bi saxî tên şewitandin. Gazên kîmyewî tên bikaranîn."
Konseya Giştî ya TŞYG da zanîn, ev şerê desthilatdariya faşîst li hemberî gelê Kurd îlan kiriye, gav bi gav ber bi rojavayê Tirkiyeyê ve diçe û destnîşan kir, ku ji Pirsûsê heta Enqereyê komkujiyên girseyî li dû hev tên kirin.
Di dewama daxuyaniyê de rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê û planên dagirkirina Rojava hatin bibîrxistin û şerê topyekûn û siyaseta dijminatiyê li Kurdan dike, li temamiya dewletê serdest e.
Konseyê da zanîn, di vî şerê gemarî yê AKP/Qesrê de ti feyda gelan nîne û got, "Ev şerê gemarî yê wehşî, şerê Qesrê û faşîzmê yê li dijî gelên me ye. Belê, faşîzm dijminê Kurdan e! Dijminê karker û kedkaran e! Dijminê Elewî û bindestan e! Dijminê jin û ciwanan e! Dijminê ked û ronahiyê ye! Faşîzm înkar û tinekirin e; nîjadperestî û mîlîtarîzm e, komkujî û koçberkirin e! Dagirkerî, şer, talan û hilweşîn e, mirin û barîna rondikên çavan e! Em îro van li welatê xwe dibînin û dijîn."
TŞYG destnîşan kir, ku kedkar û gel ne mecbûrî jiyana bi koledariyê ye û wiha dewam kir: "Em ê nehêlin sîstema koledariyê me teslîm bigire. Karker, kedkar, Elewî, rewşenbîr, jin, ciwan, kurd, şervanên aştî û xwezayê bêalternatîf nînin; Êdî Tevgera me ya Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan heye. Roj, kombûna li nava refên TŞYG'ê, roja têkoşîn, hesabpirsîn û serketinê ye."
Di daxuyaniyê de ev bang li karker, kedkar, jin, ciwan, Elewî, Kurd û hemû gelên bindest hat kirin:
Divê em bi mezinkirina têkoşîna şoreşgerî bersivê bidin şerê gemarî, komkujî, hilweşîn û faşîzmê. Li hemberî êrîşên faşîst ên topyekûn, girîng e em bi berxwedana şoreşgerî ya topyekûn bersiveke mezin bidin. Dem ew dem e ku şer derbasî rojava bê kirin. Em ê nehêlin ew kesên mirinê li ser gelê me ferz dikin li ti cihî bi dilrehetî bijîn. Jİ ber vê yekê em her devera Tirkiyeyê bikin qada çalakî û berxwedanê!
Yên biryara şerê topyekûn girtin û meşandin, yên vî şerî fînanse dikin, qadên jiyana bûrjûva yên vî şerî xwedî dikin, şerxwazên li sektora tûrîzmê, kujerên POH, JOH, navendên şerê gemarî, payebilindên AKP'ê û burokratên dewletê, hemû di hedefa me ya leşekrî polîtîk a li rojava de ne. Em cîhanê li wan kesên şer li ser gelên me ferz dikin, teng bikin."