Torûn ê ji Partiya Gelecekê: Ez amade me li gel Bahçelî biçim Îmraliyê

Parlamenterê Bûrsayê yê ji Partiya Gelecekê Kanî Torûn bal kişand ser daxuyaniya Bahçelî ya li ser "Serdana Îmraliyê" û got, "Eger pêwîstî pê hebe ez amade me li gel Birêz Bahçelî biçim Îmraliyê."

KANÎ TORÛN

Parlamenterê Bûrsayê yê Partiya Gelecekê li ser medya dîjîtal bi daxuyaniyekê piştgirî da daxuyaniya Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ku gotibû, "Eger kes xwe nede ber vê serdanê, ez ê rahêjim 3 hevalên xwe û biçim Îmraliyê."

Torûn diyar kir ku helwesta Bahçelî gelekî hêja û bi wêrekî ye, dûrî hesabên siyasî yên rojane ye, divê piştgirî ji vê seknê re bê dayin û got, "Bêguman Wekîlên ji Partiya Tevgera Neteweperest wê Birêz Bahçelî bi tenê nehêlin, lê belê ji bo bê zanîn dibêjim: Eger pêwîstî pê hebe ez jî amade me ku li gel Birêz Bahçelî biçim Îmraliyê."