TKP-ML’ê Şoreş û Neval bi bîr anî
TKP-ML’ê endamên MLKP'ê Ahmet Şoreş û Firat Neval bi bîr anî û got, "Wan hemû kêliya jiyana xwe, hişmendiya xwe ji bo îdeala azadî û şoreşê bi kar anîn.”
TKP-ML’ê endamên MLKP'ê Ahmet Şoreş û Firat Neval bi bîr anî û got, "Wan hemû kêliya jiyana xwe, hişmendiya xwe ji bo îdeala azadî û şoreşê bi kar anîn.”
Komîteya Navendî ya Marksîst Lenînîst ya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP-ML), yek ji kadroyên pêşeng ê MLKP’ê Ahmet Şoreş (Zekî Gurbuz) û fermandarê MLKP'ê Firat Neval (Ozgur Namoglu) bi bîr anî.
Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Hevrê Ahmet Şoreş û Firat Neval xebatên girîng û hêja meşandin. Hemû kêliyên jiyana xwe, hişmendiya xwe ji bo îdeala azadî û şoreşê bi kar anîn."
Di daxuyaniyê de ev jî hatin gotin:
"Em hevrê Ahmet Şoreş ji têkilî û wezîfeyên xwe yên bi şervanên azadiyê yên neteweyî yên Kurd, şoreşgerên Tirkiyeyî û şervanên enternasyonal re nas dikin. Mîna Ulaş Bayraktaroglû, Baran Serhat, Nûbar Ozanyan, Ceren Guneş, Aynûr Ada û gelek hevrêyên ku em nikarin navê wan bihêjmêrin, hişmendî, ked û vîna xwe dan mezinkirina şoreşa Rojava.
Me bi hevrê Firat Neval re di heman çeperan de li dijî dijminê hevpar şer kir. Di temenekî ciwan de beşdarî têkoşîna şoreşgerî bû, ji rojavaya Ewropayê heta xaka Rojava bêdudilî ji bo serkeftina şoreşê kedek mezin da. Pratîka têkoşîna wî ji bo şoreşgerên ciwan peyamek girîng e. Ji bo ciwanên ku siberoja wan hat dizîn û li azadiyê digeriyan, helwesteke şoreşgerî ya mînak nîşan da.
Hevrêyên hêja Ahmet Şoreş û Firat Neval yek ji navên giranbuha yên ku meşaleya azadiyê ya ku şoreşgerên Tirk hewl didin li axa Rojava bilind bikin, nemir in.”