Tirkiyeyê NATO vexwend civînê

Tirkiyeyê NATO vexwend civînê

Tirkiyeya ku îdîa dike, balefire şer ya F-4 Sûriyeyê di nav sînorên ava navnetewî xistiye, NATO di çarçoveya madeya 4’mîn de roja Sêşemê vexwend civîn

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglû di derbarê balefira keşfê ya RF-4E ku roja Înê li Derya Spî hatibû xistin daxuyand ku, Tirkiye dê li gel NATO bikeve nava hewildana. Davûtoglû bilêvkir ku, “Ji bo di civîna Konseya NATO’yê de di derbarê madeya 4’mîn de agahdarî bên dayîn min fermandaye. Ev helwesta êrîşwarî dê piştperdeya wê derkeve holê.”

Berdevkê NATO jî piştî demek kurt ya daxuyaniya Wezîrê Karê Derve daxuyaniyek da û ragihand ku, Konsey dê roja Sêşemê civînek awarte li darbixînin.

Di madeya 4’mîn ya NATO’yê de tê gotin ku, ger li dijî dewletek ya endamê NATO’yê gefek di aliyê yekbûna xakê, serbixwebûna siyasî û ewlekariyê çêbû, hemû endam bi hev re rawêjkariyan dikin.

Tirkiyeyê beriya niha di Sibata 2003’an jî pêvajoya ku ber bi dagirkirina Iraqê ve diçî daxwazkiribû ku madeya 4’mîn bikeve dewrê. Lê belê welatên endamên NATO’yê dabûn diyarkirin ku, ewê nekarin Tirkiyeyê bixin nava parastinekê de.