Tirkiyeyê di nava mehekê de 10 hezar koçber dersînor kir

Li Tirkiyeyê him zext, êşkence û antîpropagandaya li hemberî koçberan zêde dibe û di heman demê de Tirkiye koçberan vedigerîne welatê ku jê hatine.

Li Tirkiyeyê koçber him li ser sînoran tê êşkencekirin, girtin, pere û telefonên wan jê tên stendin û di heman demê de li hemberî wan dijminatiyeke mezin tê meşandin.

Li gorî daneyên fermî yên Serokatiya Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê di meha pêşîn a sala 2023’an de  li Agirî, Erzirom, Kocaelî, Meletî, Kutahya û Enqereyê 1503 koçberên ji Efganistanê bi balefirên hatine kirêkirin, hatine dersînorkirin. Hate diyarkirin tevî seferên normal ên balefiran 3.755 koçberên ji Efganistanê hatine dersînorkirin.

Li gorî daneyan di meha pêşîn a sala 2023’an de bi giştî 10.520 koçber hatine dersînorkirin û destûr nehatiye dayîn ku 20.295 koçber jî ji sînoran têkevin Tirkiyeyê.

Di sala 2022’an de jî li gorî daneyên fermî yên Tirkiyeyê bi giştî 124.441 koçber hatibûn dersînorkirin.