Tirkiye tenê ji kûrên dowîzê 216 mîlyar lîra zerar kir
Li Tirkiyeyê ji destpêka sala 2016’an heta niha Lîra li beramberî Dolar ji sedî 19 nirx winda kiriye. Tê diyarkirin ku tenê ji ber ferqa kûrê, 216 mîlyar lîra windahiya Tirkiyeyê heye.
Li Tirkiyeyê ji destpêka sala 2016’an heta niha Lîra li beramberî Dolar ji sedî 19 nirx winda kiriye. Tê diyarkirin ku tenê ji ber ferqa kûrê, 216 mîlyar lîra windahiya Tirkiyeyê heye.
Li gor nûçeya BBC, piştî li Tirkiyeyê Dolar/TL asta 3.47 derbas kir û şûn de, derdorên karmend ketine nav fikaran. Bi taybet jî ji ber TL ew pereyê herî zêde nirxê li beramberî Dolar winda dike, zerarek mezin dide aboriya Tirkiyeyê ku ji milê carî windahiyên wê yên mezin hene.
Derdorên aboriyê dibêjin ku tenê ji ber vê zêdebûna Dolar/TL, windahiya Tirkiyeyê 216 mîlyar lîra ye.
Tê texmînkirin ku eger ev rewş wisa bidome, wê di mijara fînansmana derve de Tirkiye bi awayekî zêde pirsgirêkan bibîne.