Rojnameya The Washington, di nûçeya xwe de diyar kir pevçûnên niha li herêma Colemêrgê di navbera artêşa tirk û gerîlayan de diqewimin, wekî pevçûnên herî dirêj yê salên dawî ye bi nav kir. Rojnameyê diyar kir ku kontrola gerîlayan a Colemêrgê wekî ‘Turkiye bi azmûna nû ya milîtanên PKK’ê re rû bi rûye’ şîrove kir.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku gerîla bi taybetî di mehên havînê de çalakiyên bi deng pêk tînin û got çalakiya îsal dirêj û bi şîdetin.
Di nûçeyê de wiha hate gotin: “Pevçûnan bi rewşa Suriyeyê re ku xwedî şêniya zêde ya kurdane, wateyeke nû qezenc kir. Li Suriyeyê rejîma Esad ji ber pevçûnên herêmên din leşkerên xwe kişandine û kurdên herêma kurdan dest dane ser rêveberiyan.”
Rojnameyê destnîşan kir ku li Suriyeyê ev geşedan diqewimin û li Colemêrgê gerîla li şûna taktîka lêde û bireve jî kontrola xwe zêde kiriye û artêşa tirk dixe zorê.
Her wiha hate diyarkirin ku li Colemêrgê hema bêje her roj pevçûn diqewimin û wiha got: “Dewleta tirk ji teqîna Dîlokên PKK’ê berspirsyar dibîne, lê PKK’ê ev derew derxist.
Gerîlayê bi navê Roj Welat jî ji rojnameyê re axivî û diyar kir gerîla hedef dike ku hêzên hikûmetê ji herêma rojhilat derbixe. Di nûçeyê de cih dan çalakiyên girtin û binçavkirinê jî.
Roj Welat der barê mijarê de wiha got: “Li Herêma Kurdan kesê ji bo hikûmeta AKP’ê dixebitin, divê wan deran terk bikin, an jî mafê me yê binçavkirin û lêpirsînê heye.”