Şuraya Dewletê biryara bo Sadak rawestand

Şuraya Dewletê biryara bo Sadak rawestand

Lijneya Giştî ya Doza a Şuraya Dewletê, bi rêvebirina biryara ku 8’emîn Daîrea Şuraya Bilind der barê Şaredarê Sêrtê Selim Sadak de girtibû rawestand.

Lijneya Giştî ya Doza Şuraya Bilind li ser serlêndana parêzer Yusuf Alataş, di encama serledana Wezareta Karê Hundir de biryara ku 8’emîn Daîreya Şuraya Dewletê a ‘ji peywirê girtin’ ya der barê şaredarê Sêrtê Selîm Sadak te girtibû rawestand.

8’emîn Daîreya Şuraya bilind, bi îdiya ku şaredar Selîm Sadak berê ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezaya giran a Amedê ve ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ salek cezalê htibû birîn û ev ceza ji aliyê Dadgeha Dewletê ve hatibû erêkirin, Walîtiya Sêrtê serî li Wezareta Karê Hundir dabû xwestinbû Sadak ji peywirê bê girtin. Wezareta Karê Hundir serlêdan şandibû Şuraya Dewletê.