Li navçeya Beypazari ya Enqereyê şivanek dîn diyar kir ku li zozanan sê kesên çekdar hatine ji wî xwarin xwestine. Ji ber wê jî tîmên tevgera taybet ên artêşa Tirk li herêmê dest bi operasoneke berfireh kirin. Piştre hat zanîn ku îxbar bê bingeh e, operasyon hat rawestandin.
Li navçeya Beypazari ya Enqereyê şivanek dîn diyar kir ku li zozanan sê kesên çekdar hatine ji wî xwarin xwestine. Piştî vê îxbarê bi helîkopteran endamên tîmên tevgera taybet şandin herêmê û li herêmê operasyon hat destpêkirin. Piştî ku li zozanan geriyan tu kesê nedîtin, careke din şivan xistin ber lêpirsînanan. Her wiha, welatiyên derdorê dan zanîn ku aqlê şivan ne temam e.