Şêwirmendê Erdogan: Niyeta me ya şer tune

Şêwirmendê Erdogan: Niyeta me ya şer tune

Artêşa tirk piştî êrîşê li hemberî Suriyeyê ji bo ku bertekên li hemberî xwe sar bike ket nava hewldanan. Li gorî ajansa SÎPA şêwirmendê Erdogan gotiye ku niyeta Tirkiyeyê ya li hemberî Suriyeyê şer bike tune, tezkereya ku tê nîqaşkirin jî hişyariyek e.

Ji aliyê Suriyeyê ve ji ber çavkaniyeke ku hêj aşkera nebûye ji ber sedema avêtina topebaranê li Akçakaleyê 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû û piştî vê Artêşa Tirk diyar kiribû ‘hedefên bi radaran hatibûn tesbîtkirin’ hatine lêxistin. Lê nehat destnîşankirin ku ku der hatine hedefgirtin û çapemeniya tirk îdia kiribû gelek leşkerên Suriyeyê hatine kuştin. Piştrastkirina van agahiya ji aliyê çavkaniyên serbixwe hêj ne mumkune.

Meclisa Tirk tezkereya derbarê Suriyeyê de nîqaş dike. Şêwirmendekî Tayyîp Erdogan ku nexwest navê xwe bide ji SÎPA’yê re axivî û got ku niyetaTikriyeyê ya li hemberî Suriyeyê şer bide destpêkirin tune.

Şêwirmend aşkere kir ku tezkeraya kul i meclisê jî tê nîqaşkirin wekî hişyariyekê ye.