Şaredariyên Bismil-Montreuil bûn destebira

Şaredariyên Bismil-Montreuil bûn destebira

Şaredariya Bismil a Amedê û şaredariya Montreuil a Parîsê piştî hevdîtinên du salan, protokola şaredariyên destebiratiyê îmze kirin.

Hefteya borî tevî Şaredara Bismilê Cemîle Emînoglû, şandeyek ji Şaredariya Bismilê hat sedana Şarerdariya Montreuilê. Şaredara Montreuil Dominique Vognet roja şemiyê, ji bo Şaredara Bismilê Cemîle Emînoglû resepsiyonek a xwarinê li dar xist.

Voynet di resepsiyonê de axivî û got, “Li Montreuilê 100 çand û neteweyên cûda hene. Em dixwazin biratiya xwe ya li vir berfirehtir bikin. Li herêma Kurd jî dijîn. Em her tim bi komele û dînamîkên wan ên çandî re di nava têkiliyan de ne. Kurd dostên me ne. Tirkiye jî welatek dostê me ye, lê divê em xeletiyên dostê xwe rexne bikin. Li Tirkiyeyê helwesta çaresernekirina pirsgirêka Kurd nayê qebûlkirin. Girtina hilbijartiyan nayê qebûlkirin.”

Şaredara Bismilê Cemîle Emînoglû jî bal kişand ser rengîniya çandî ya Montreuilê û got; “Em serbilind in ku bi şaredariyek weke Montreuilê re bibin destebira. A herî girîng jî dostaniyek wiha di navbera du şaredarên jin de tên îmzekirin. Beriya niha Voynet jî got, li Montreuilê çanda 100 neteweyan heye û bi biratî dijîn. Lê li welatê me, çand û zimanê me qedexe ye. Her roj siyasetmedarên legal digirin û dişînin girtîgehan. Em jî dixwazin ku êdî li welatê me jî hemû bawerî û gel ji bin zextan rizgar bibin. Em jî dixwazin weke Motreulê di nava biratiyê de bijîn.”