Dê rûniştina doza tevî 36 rojnamanevanên Kurd ên ku di 20’ê Berfanbara 2011 de di çarçoveya operasyonên di bin navê KCK’ê de li hemberî siyaseta Kurdan tê meşandin de hatin girtin 44 rojnanemvanên Kurd dê di 10’ê Îlonê de li Edliyeya Çaglayan a Stenbolê pêk bê. Dê nunerên saziyên çapemenî û rojnamevanên Alman dozê bişopînin.
Endamê Weqfa Rosa Luxemburg Mûrat Çakir der barê mijarê de agahî da ANF’ê û diyar kir ku heyetek ji Almanyayê dê biçe Stenbolê û dozê bişopîne û hin hevdîtinan pêk bîne. Çakirê ku ew bi xwe jî di heyetê de ye got; “Em ê bi sendîka, rêxistinên mafê mirovan, parlementer û partiyan re hevdîtin pêk bînin. Em biçin Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê û piştgirî bidin wan.
Piştî rûniştina dozê, heyeta Alman dê raporek amade bike û pêşkêşê sendîka û saziyên demokratîk ên Alman bikin.
Di nava heyetê de ev nag hene:
Pisporê Huqûqa Navneteweyî û Parlementerê ber Prof. Dr. NORMAN PAECH
Serokê Koma Meclîsa Eyaleta Hessen a partiya DIE LINKE WILLI VAN OOYEN
Rêveberê Giştî yê Weşana Rojnameya Neues Deutschland JÜRGEN REENTS
Bi navê Sendîkaya Verdi, Endamê Desteya Rêveberiya Yekitiya Rojnamevanên Alman JOACHIM LEGATIS
Endamê Desteya Rêveberiya Rote Reporter CHRISTOPH NITZ
NGG Sendikası federal grev sorumlusu ve antifaşist VVN temsilcisi HANS-JÜRGEN HINZER
Bi navê Weqfa Rosa Luxemburg a Hessenê MURAT ÇAKIR