Şandeya BDP’ê çû Efrîkaya Başûr

Şandeya BDP’ê çû Efrîkaya Başûr

Şandeya BDP’ê yak u Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, jî di nav de ji bo beşdarî 24’emîn Kongreya Sosyalîstên Enternasyonalîst bibin çû Efrîkaya Başûr.

Şandeya BDP’ê ya ji Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Alîkarê Hevserokên BDP’ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirs Nazmî Gur û Nunerê BDP’ê yê Ewropayê Farûk Dorû pêk tê çû paytexta Efrîkaya Başûr Cape Townê.

Şandeya BDP’ê dê beşdarî 24’emîn Kongreya Sosyalîstên Enternasyonalîst a ku dê di 28’ê Tebax û 1’ê Îlonê de bêlidarxistin bibe. Piştî ku dema serlêdanê ya BDP’ê ya ji bo endamtiya tam hat qebûlkiri dê di kongreyê de statuya endamtiya BDP’ê diyar bibe.

Heman şande dê bi wezîrên Efrîkaya Başûr, rêveberiya ANC, nunerên saziyên sivîl û Wergirê Xelata Aşitiyê ya Nobelê Desmond Tutu re hevdîtinpêk bîne. Şande dê di 2’ê îlonê de vegere.