Tezkereya Serokwezîrê Tirk ya der barê Suriyeyê de ku tê de tê diyar kirin ku hikûmet dikare bi rayeya artêşa tirk ‘leşkeran bişîne welatên biyanî û û peywirdar bike’ ji bo meclisê hat pêşkêşkirin. Meclis ji bo ku tezkereya mijara gotinê ye nîqaş bike civiya û BDP’ê û CHP’ê diyar kir ku dê tezkereyê red bikin.
Tezkereya bi îmzeya Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan ji Serokatiya Meclîsê re hate şandin de ji hikûmetê tê xwestin ku ji bo di salekî de dagirkirina Suriyeyê rayeyê bide.
Di tezkereyê de wiha tê gotin: “Krîza ku li Suriyeyê didome bi qasî ku bandora wê li ser aramiya herêmî û ewlehiyê jî heye, li ser ewlehiya me ya netewî jî bandora wê zêde dibe. Di çarçoveya tevgerên leşkerî yên ku ji aiyê Hêzên Leşkerî ya Komara Ereb a Suriyeyê ve tê meşandin, ji 20’ê îlona 2012’an şûnde li ser axa welatê me çalakiyên êrîşkar pêk hatine ligel hişyariyên me û hewldanên me yên dîplomatîk jî van çalakiyan berdewam kirine. Ev çalakiyên êrîşkar yên li hemberî axa welatê me pêk tê hatine asta êrîşên çekdarî. Ev rewş tehdîdên cidî li ewlehiya me ya netewî dike û hatiya aste ku rîskan çêdike. Ji ber vê yekê li hemberî rîsk û gefan hewceya tedbîrê pêwist bên girtin. Di vê çarçoveyê de bi şertêku hikûmet sînor, şumul, rêje û demê tesbît bike, divê hêzên çekdar yên tirk bişînin welatên biyanî û ji bo peywirdarkirina wan sererastkirinên pêwist divê ji aliyê hikûmetê ve bên diyarkirin û ligorî esasan ji bo pêkanînan vê salek destûr bê dayîn û ligorî xala hejmar 92’emîna Makeqanûnên daxwaz dikim.”
Di vê navberê de Lijneya Giştî ya Meclisê jibo tezkereyê nîqaş bike civiya. BDP û CHP’ê diyar kir ku ji tezkreyê re dibêjin ‘Na’ û MHP’ê jî diyar kir ku dê piştgiriyê bidin tezkerê.