Tezkereya operasyonên dersînor, a ku rê dide operasyonên dersînor di Lijneya Giştî ya Meclîsa Tirk de hate qebûlkirin.
Tezkere di Lijneya Giştî ya Meclîsê de li hemberî 129 dengan, bi 320 dengan hate qebûlkirin. Parlementerên AKP û MHP’ê dengê erê bi kar anîn, BDP û CHP’ê jî tezkereyê red kirin.