Tezkereya Dersînor şandin Lijneya Giştî

Tezkereya Dersînor şandin Lijneya Giştî

Rayedarên hikumetê ji bo operasyona dersînor ya Başûrê Kurdistanê piştî bi Lijneya Wezîran da pejirandin şandin Meclîsê.

Berdevkê hikumetê ya AKP’ê Bulent Arinç piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyaniyek da û aşkera kir ku, destûra demê ji bo êrîşa dersînor ya ji aliyê Meclîsa Tirk ve ji 17’ê Cotmeha 2012’an ve ji bo salekê ji aliyê Lijneya Wezîran ve hatiye dirêj kirin. Li gorî agahiyên Arinç dane, biryara ku ji aliyê Lijneyê ve hatiye girtin ji bo bêne pesend kirin şandine Lijneya Giştî ya Meclîsê.

Çav lê ye ku, piştî bêhndana Meclîsê tezkere bê nîqaş kirin.