Tevî dorpêş, êşkence û destgîrkirinê meşa Nobeta Edaletê dom kir

Li Stenbolê di çalakiya Nobeta Edaletê, polîsan bi awayek hovane êrîş kir, hewl dan lingê dayikekê bişkênin, şimaq li rayedarek HDP’ê xistin û gelek kes desgîrkirin.

Malbatên girtiyan ên Stenbolê bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, ev salek e çalakiya Nobeta Edaletê dikin. Malbatan, çalakiya xwe bi meşeke girseyî ya li Kadikoy a Stenbolê bi dawî kirin. Meş, bi pêşengtiya malbatên girtiyan, endam û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER) û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) û bi dirûşma “Ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin azadî, bila tecrîd bi dawî bibe” hate lidarxistin.

Fînce Akman ku kurê wê Yakûp Akman li Girtîgeha Hejmara 3 ya Tîpa F a Sîlîvriyê tê ragirtin, Cemîle Çîftçî ku birayê wê Selîm Çîftçî li Girtîgeha Tîpa L a Umraniyê tê ragirtin û girtiyê nexweş e, Kumrî Akgul ku birayê wê Erdal Ozel li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê tê ragirtin û girtiyê nexweş e, Cemîle Karakaş ku kurê wê Xemgîn Karakaş li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê tê ragirtin, ji xizmên girtiyan Gulsum Ozturk û Dayika Aştiyê Zeynep Calihan ku keçeka wê girtî ye, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, siyasetmedar û gelek kes tev li çalakiyê bûn.

DORPÊÇ Û DESTGÎRKIRIN

Beriya meşê gelek kolanên Kadikoyê, bi taybetî rawestgeha metrobûsa Sogutluçeşme, Kolana Rihtim û Îskeleya Emînonu ji aliyê bi hezaran polîs û wesayîtên destgîrkirinê ve hatin dorpêçkirin. Her wiha têketinên gelek kolanan jî hatin girtin. Rojnamevanên ku beriya meşê li benda şopandina nûçeyan bûn, ji bo demekê ji aliyê polîsan ve hatin şopandin.

Komeke kesên ku li ber rawestgeha metrobusê ya Sogutluçeşmeyê kom bûn bêyî ku bên hişyarkirin hatin destgîrkirin. Hejmara destgîrkiriyan nehat zanîn, hat hînbûn ku kesên hatine destgîrkirin birine Midûriyetên Polîsan ên Navçeya Tûzla û Kartalê.

Bi sedan kesên bal kişandin tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi çepikan û berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hatin Cadeya Kurbagalidereyê. Girseya ku gelek caran silav ji Rêberê Gelê Kurd re şandin, bi lêdana çepikan xwestin tecrîd, şewitandina înfazan û êşkenceya li girtîgehan bi dawî bibe. Bi sedan kesên ku demeke dirêj bi çepik û tililiyan tecrîd şermezar kirin, dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bila tecrîd bi dawî bibe”, “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin. Kûmrî Akgul a çalakvana nobeta edaletê ku li vir daxwazên xwe qîr kir wiha got: “Her roj cenazeyên me ji girtîgehan derdikevin. Em naxwazin cenazeyên zarokên me derkevin. Ji bo zarokên me nemirin û tabûtên wan dernekevin em li her derê edaletê dixwazin.”

POLÎSAN HEWL DA KU LINGÊ DAYIKEKÊ BIŞKÎNIN

Piştre polîsan êrîşî girseyê kirin û xwestin bi êşkenceyê wan destgîr bikin. Bi sedan kesên ku li dijî êşkenceya polîsan bi dirûşme, çepik û tilîliyan li ber xwe dan, hev hembêz kirin û zincîr çêkirin. Di vê navberê de polîsên ku êrîşî dayikan kirin, laçikên wan ên spî kişandin û bi pêhnan êşkence li wan kirin. Polîsan hewl dan lingê çalakvana nobetê û yek ji malbata girityan Zeynep Calihan bişkînin. Her wiha polîsan piştî ku bi deqeyan li erdê kaş kirin gelek kes bi kelepçeyên bi paş ve destgîr kirin.

ŞIMAQ LI ENCU HAT XISTIN

Polîsan şimaqek li Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Ferhat Encu dan û xeberên zayendî ji parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê û rojnamevanan re gotin. Kameramanê Arti Tv’yê Mehmet Zekî Kaya yê ku dema polîsan şimaqek li Encu dan kişand hate destgîrkirin, polîsan li erdê pêhn li nûçegihan Ûmût Taştan dan.

BI ÊŞKENCEYÊ HATIN DESTGÎRKİRİN

Girseya tevî êrîşên polîsan jî ji dorpêçê derdiketin bi çepik û dirûşmeyan çalakiya xwe domandin. Girseyê careke din li dijî êşkence, destgîrkirin û tundiyê ji dorpêçê derketin û dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Polîsan kulm li serê dayikên ku dorpêç kirin dan û destgîr kirin. Dû re rojnamevan hatin derbkirin, gef li wan hate xwarin û kişandina wan a dîmenan hate astengkirin. Temamê girseya ku dayik jî di nav de bûn û hatin dorpêçkirin hatin destgîrkirin. Nehat hînbûn ku çend kes hatine destgîrkirin û kesên destgîrkirin birine ku derê.

Meşa din jî li ser Cadeya Karakolhaneyê pêk hat. Girseya ku malbatên girtiyan, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek kes di nav de bûn bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Tecrîdê rakin, mirinan rawestînin”, “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” tecrîd şermezarkirin. Welatiyên li derdorê jî bi nîşaneya serkeftinê û bi çepikan piştgiriya dayik û girseya bi çepik û tilîliyan meşiyan kirin.

Çalakî bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû. Rojnamevan jî ji aliyê polîsên sivîl ve saet û nîvan hatin şopandin.  

KESÊN HATIN DESTGÎRKİRİN

Di meşê de gelek kes hatin destgîrkirin. Navên kesên hatin destgîrkirin wiha ne: “Ferhat Encu, Serhat Sekunder, Husamettin Sekunder, Burhan Gokgoz, Gulcihan Şengul, Aynur Taş, Cezmî Dînçer, Huseyîn Avras, Mehmet Nefeyaz, Erkan Gokçe, Umît Gokçe, Nejmettîn Yuknel, Mehmet Sena Arkadaş, Îsmaîl Sever, Sedat Kûrtûlûş, Alî Edebalî, Sebat Karûl, Dîlek Demîr, Çîçek Ariç, Mavîcan Kara, Emîne Arslan, Mehmet Onal, Îbrahîm Ûzûn, Erkal Balçik, Yûsûf Bozkûrt, Mehmet Çelîk, Kemal Yilmaz  Rohat Guvercîn, Ramazan Ozdemîr, Sûltan Gurbey, Beyhan Artar Bey.”