TCŞ'ê Veysî Taş li Atînayê bi bîr anî
TCŞ a Atînayê, ji bo Veysî Taş ê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, çalakiya bibîranînê li dar xist.
TCŞ a Atînayê, ji bo Veysî Taş ê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, çalakiya bibîranînê li dar xist.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), li parka qada Syntagma ya Atînaya paytexta Yewnanistanê hatin ba hev û Veysî Taş bi bîr anî ku ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir.
Endamê TCŞ’ê Sînan Ozturk ku li ser navê TCŞ ya Atînayê axivî, wiha got: “Heval Veysî ji bo berdewamiya berxwedanê rê li ber civakê vekir û xwe bexşê vê rêya bi rûmet kir û bi bîra me ciwan û jinan xist ku divê em têkoşîna xwe ya di vê rêyê de geş bikin. Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe em azad nabin. Em silav li çalakiya heval Veysî TAŞ dikin. Bijî Serok Apo.”
Çalakî, piştî axaftinê bi berzkirina dirûşmeyên Kurdî, Yewnanî û Tirkî bi dawî bû.