TEV-DEM’ê şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi bîr anî

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi bîr anî û got, “Neteweyên Yekbûyî xwedî li erkên xwe dernakeve, ev yek hem terorê zindî bike û hem jî dewleta Tirk a dagirker vê yekê ji bo gefa li ser herêmê û cîhanê bi kar bîne.”

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi bîr anî.

TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Ji bo bîranîn û wefadariya bi şehîdên Gurzê Gelan re em bejna xwe li hember wan û lehengiya wan ku destaneke nû ya dîroka berxwedanê nivîsand, ditewînin. Wan li hember rêxistina herî tundraw û terorîst a li cîhanê hewl da bi ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê de bigire. Ew yek hemwextî şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê û dagirkirina wê, ji hêla gelên demokrasîxwaz û azadîxwazên li herêmê û cîhanê pêk hat. Her wiha hemwextî şahiyên ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî pêk hat. Ji lew re AKP′ê û hemû torên wê yên îstîxbaratî hewl da ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibin û komkujiyên din di nava pêkhateyên herêmê de pêk bînin û terora xwe zêde bikin, da ku Rêveberiya Xweser û çanda civakî ya bi saya fikir, felsefeya gelan û jiyana hevbeş hevgirtî ye, têk bibin.

Hêzên QSD′ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û pêkhateyên herêmê bi awayekî hevgirtî li hember wan çeteyan sekinîn û jiyana bi hezaran welatiyan rizgar kir û plana terorê têk bir. Bi wê re 121 şehîd dan.

Em TEV-DEM û ruxmî bangên dubare ji hemû saziyên civaka sivîl, rêxistinên hiqûqî, mirovî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hemû hêzên siyasî yên ji bo avakirina dadgehên darizandina van terorîstan an jî darizandina wan li welatên wan, lê civata navneteweyî û NY′yê ji van erkên exlaqî direve û çi derengmayînek li ser vê yekê wê terorê zindî bike û dewleta Tirk jî wê weke belgeyeke gefa li ser herêmê û cîhanê ku siyasetên xwe yên qirêj pêk bîne, bi kar bîne."