Di saetên vê sibê de, di encama operasyona navenda wê li Mêrsînê ye û bi giştî li 6 bajaran pêk hat, 32 kes jê li Mêrsînê, zêdetirê 35 kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de Hevserokên BDP’ya Mêrsînê Aynûr Aşan û Mûsa Kûllû, Serokê ÎHD’ya Mêrsînê Alî Tanriverdî û nûçegihanê DÎHA’yê Ferhat Arslan jî hene.
Polîsên Têkoşîna bi “Terorê” re yên Midûriyeta Enmiyeta Mêrsînê vê sibê saet di 05.00 de bi ser Navenda Piştevaniya Jinan a Îştarê ya girêdayî Şaredariya BDP’ê ya Akdenîzê, Akademiya Siyasetê ya BDP’ê ya Mêrsînê, rêxistina BDP’ya Mêrsînê û 40 navnîşanên din de girtin û hêzên tevgera taybet jî piştgirî dan operasyonê.
Di nava zêdetirê 35 kesên hatin binçavkirin de Hevserokên BDP’ya Mêrsînê Aynûr Aşan û Mûsa Kûllû, Serokê ÎHD’ya Mêrsînê Alî Tanriverdî û nûçegihanê DÎHA’yê Ferhat Arslan, xebatkarên Navenda Çandê ya Mezopotamya (NÇM), xebatkarên şaredariya Akdenîzê Gulhan Yag, Emine Kocadag, û endam rêveberên BDP’ê jî hene.
Ji vana 32 kes li Mêrsînê, 3 kesên din jî li bajarên din hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin ji bo kontrola tenduristiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrsînê.
NÊÇÎRA PÎREBOKÊ
Operasyonên di bin navê KCK’ê de li hemberî siyaseta Kurdan tên meşandin, piştî serkeftina Kurdan a di hilbijartinên herêmî ya Adara 2009 de dest pê kirin. Di operasyonên heta îro jî berdewam dikin de bi hezaran kes hatin girtin. Heta niha 6 parlementerê BDP’ê, zêdetirê 30 şaredar, bi dehan rojnamevan, nêzî 70 sendîkavan, zêdetirê 30 parêzer, gelek parêzvanên mafê mirovan, akademîsyen, rewşenbîr, bi sedan çalakên jin, xwendekar û zarok hatine girtin.
Ev operasyona di bin navê KCK’ê de li hemberî siyaseta Kurdan tê meşandin, mîna nêçîra pîrebokê li hemberî sazî û rêxistinên artiyên Kurdan û muxalîfan pêk tê.
LI DÊRSIMÊ 4 BINÇAVÎ
Tîmên taybet û polîsan serê sibê bi ser mêvanxaneya Şaredariya Dêrsîmê de girt. Hate zanîn ku polîsan û timên taybet li mêvanxaneya xwendekar û malbat lê dimînin lêgerîn kirin û 4 kes binçav kirin. Sedema binçavkirinê nehate zanîn. Hate ragihandin ku polîs û tîmên taybet derî û paçeyên mêvanxaneyê şkandin û li xwendekarek xistin.