'Tenê riyek maye ew jî aştî û muzakere ye'

'Tenê riyek maye ew jî aştî û muzakere ye'

Endamên HDK, KESK û ÎHD'ê bi çalakiya rûniştinê bal kişand ser girtinên demên dawiyê yê ku li Mêrsînê pêk hatî. Berdevkê HDK'ê yê Mêrsînê Muslum Tank diyar kir ku, tekanê riya çareseriyê muzakere û aştiyeke bi rûmete.

Di 29'ê îlonê de li Mêrsînê di çarçoveya operasyona bi navê 'KCK'ê de siyasetmedar, rêveberên BDP'î, ÎHD, Azadiya Welat, YAKAY-DER, TUHAD-DER, NAR-DER, KURDÎ-DER, Navenda Piştevaniya Jinan ya Îştarê, Komelay Kîbelê, KESK, NÇM û rêveberên şaredariya Akdenîzê û bi tevahî 25 kes hatin girtin. Endamên HDK, KESK û ÎHD'ê li ber avahiya Taş Bînayê kom bûn û çalakiya rûniştinê li dar xistin û girtin û binçavkirinên demên dawiyê şermezar kirin. Polîsan der dora çalakiya rûniştinê bi navê ewlehiyê tedbîr girt.

Berdevkê Kongereya Gelan ya Demokratîk ya Mêrsînê Muslum Tank li ser navê komê daxuyanî da. Tank di daxuyaniyê de destnîşan kir ku, kesên ku muxalîftiya hikumeta AKP'ê dike bi êrîş û zextên polîsan re rû bir û dimînin. Tank destnîşan kir ku, hikûmeta AKP'ê bi navê 'KCK' operasyonek destpê kir û 8 hezar siyasetmedarên Kurd girt û hêj jî ev operasyon li hemberî saziyên sivîl jî dom kir. Tank wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi saya demokrasiya pêşketî ya hikûmeta AKP'ê girtin û binçavkirina siyasetmedarên Kurd û xwendekaran didome. Di hefteya dawiyê de 100 siyasetmedar hatin girtin. Kesên ku tevlî çalakiyên protestoyî dibin jî rastî êrîşên polîsan tê. Bi taybetî jî Mêrsîn wekî bajarekî pîlot hatiye hilbijartin."

Tank daxuyand ku, AKP'ê dixwaze bi operasyonên bi navê 'KCK' gelê Kurd, azadîxwaz, siyasetmedar û xebatkarên saziyan bêdeng bike, lê tu carî azadîxwaz dest ji têkoşîna xwe bernade. Tank di axaftina xwe de bal kişand ser riya çareseriyê û destnîşan kir ku, tenê riyek maye û ev rê jî riya aştiyeke bi rûmet û muzakereye.