Têkildarî teqîna Afyonê Albay û Ustegmen hatin girtin

Têkildarî teqîna Afyonê Albay û Ustegmen hatin girtin

Li Afyonkarahîsarê têkildarî teqîna li depoya cebilxaneya leşkerî ku bibû sedema mirina 25 leşkeran, Albayê bi Kîdem V.O û Ustegmen T.A bi sûcdariya ‘biqusûr bûna sedema mirinê’ sewqî Dadgeha Leşkerî kiribûn û bidaraza serbest hatibûn berdan, li ser îtîrazê careke din derxistin dadgehê û hatin girtin. Di heman bûyerê de Serdar (Bînbaşi) A.D hatibû girtin.

Di encama lêpirsîna dozgeriya leşkerî de, di 14’ê Îlona 2012’an de Fermandariya Depoya Sereke Îstîkam ya 500’mîn û Fermandarê Herêma Cebilxaneya 4’mîn Albayê bi Kidem V.O Fermandarê Bolukê Serdar (Binbaşi) A.D û Ustegmen T.A bidaxwaza girtinê, sewqî Dadgeha Leşkerî ya Fermandariya Hêza Hewayî ya 1’mîn ya li Eskîşehîrê kiribûn. Dadgeha leşkerî ji 3 sûbayan Fermandarê Bolukê Serdar A.D girtibû, Fermandarê Herêma Cebilxaneya 4’mîn Albayê bi Kidem V.O û Ustegmen T.A yê tê gotin hema ji teqînê fitilî bû biserbest darazê hatibûn berdan. Serdar A.D yê hate girtin, avêtibûn Girtîgeha Leşkerî ya Eskîşehîrê.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, dozgeriyê serbest berdana Albay V.O û Ustegmen T. A îtîrazî mehkemeyek jortir ya Fermandariya Stola Golcuk ya leşkerî kirin. Dadgeha leşkerî ya Golcukê li ser îtîrazê li ser daxwaza dîsan darazê Albay V.O û Ustegmen T.A duh careke din derxistin Dadgeha Leşkerî ya Fermandariya Hêza Hewayî ya Yekemîn ya li Eskîşehîrê.

Di lêpirsîna 6 demjimêran dom kir de, hate hînbûn ku Albay V.O û Ustegmen T.A îfadeyên ku beriya niha dabûn careke din dubare kirine. Dadgeha Leşkerî ya Eskîşehîrê biryara girtina Albay V.O û Ustegmen T.A yên ku di 14’ê Îlona 2012’an de serbest hatibûn berdan, da. Her du sûbay xistin Girtîgeha Leşkerî ya Eskîşehîrê.