'Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser gelê Kurde'

'Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser gelê Kurde'

Serokê Şaxa TUHADER'a Edeneyê Ahmet Dogan diyar kir ku, bi sedan girtiyên li girtîgehan bi nexweşiyên giran ketine û ne pêkane ku dermankirina wan nexweşan li girtîgehê pêk bê. Dogan bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got; "Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîda li ser gelê Kurde."

Komeleya malbatên girtî û hikûmxwaran (TUHADER) li ser rewşa girtiyên nexweş li ser cadeya Ovaya navçeya Seyhana Edeneyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku gelek kes tevlî bûyîn de dirûşmeyên wekî; "Pêkûtî nikarin me bêzar bikin", "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" hatin berzkirin û dowîzên li ser; "Bila girtîgeha Îmraliyê bê girtin", "Girtîgeh bên valakirin" û "Bila girtiyên nexweş yên di sînora mirinê de bên berdan" hatin bilindkirin.

'ÎŞKENCE ÊDÎ MAYÎNDE DIBE'

Serokê Şaxa TUHADER'a Edeneyê Ahmet Dogan, li vir daxuyanî da û diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê tecrîdeke giran tê meşandin û girtiyên nexweş terkî mirinê kirine. Dogan bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan hemû kurdan di nava xwe de dihewîne.

469 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE, 42 DI SÎNORÊ MIRINÊ DE NE!

Dogan got; "Bi tecrîda ku tê meşandin re hewl didin ku gelê Kurd û dorhêlên mûxalîf biçewisînin. Em bang li wezareta edaletê dikin ku tecrîda li ser Birêz Ocalan bidawî bikin." Dogan anî ziman ku li gorî daneyên wezareta edaletê niha li girtîgehan 469 girtiyên nexweş hene û ji vana 42 girtî gihîştine sînorê mirinê.

Dogan da zanîn ku ji bo Muslum Tikizê di navbera salên 2006-2008'an de li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê maye 4 hezar û 846 TL bedelê xwarin û vexwarinê hatiye derxistin û anî ziman ku bi hezaran girtî rastî heman pêkanînan hatine. Dogan bibîr xist ku bedelê xwarina girtîgeha Tîpe F'ya Kurkçulerê ya rojekê 4 TL ye û destnîşan kir ku heke ev pere neyê razandin 3 roj cezayê hucreyê li girtiyan tê birîn.

Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidar xistin.