Tecrîd li Rûsyayê hate şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li navçeya Platînovka ya Rûsyayê hate şermezarkirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li navçeya Platînovka ya Rûsyayê hate şermezarkirin.
Kurdistaniyên li navçeya Platînovka ya bajarê Krasnodar ê Rûsyayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Bi navê Kurdistaniyên li ber Mala Kurdan li hev civiyan, endamê Komîteya Gel a Platînovkayê Rafîk Babayo axivî.
Babayo got, "Dewleta Tirk, bi rêya tecrîda li ser Ocalan dixwaze vîna gelê Kurd bişikîne. Kurd vê yekê li her devera lê dijîn şermezar dikin. Hêzên navneteweyî jî, divê vê daxwaza demokratîk a Kurdan bibînin. Di serî de CPT, lazimê saziyên navneteweyî bikevin dewrê, rewşa Ocalan lêkolî bikin û bikin ku tecrîda giran a li ser Ocalan bê rakirin. Heta ku tecrîd bê şikandin, Kurd wê li qadan bin."