Tecrîd di roja 441’emîn de ye: Hevdîtin dîsa hat astengkirin

Tecrîd di roja 441’emîn de ye: Hevdîtin dîsa hat astengkirin

Parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtina asayî ya heftane ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an pêk neanîne pêk bînin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê dîsa dozgeriyê bi hinceta "keştî xerabe ye" destûr nedan parêzer biçin Îmraliyê.

Pêkanînên tecrida li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 441 roj in didome. Ji parezêrên Ocalan Mazlum Dînç, Rêzan Sarica û Huseyîn Bogatekin ji bo bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftane pêk bîne serî li Dozgeriya Komare ya Bursayê da. Lê dîsa dozgeriyê bi hinceta "keştî xerabe ye" destûr nedan parêzer biçin Îmraliyê.

Serledanên parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27 Tîrmehê 2011'an heta niha bi hincetên "keştî xerabe ye", "muxalefeta hewayê" û "ewraqên keştiyê kem in" tên redkirin. Parêzer 441 roj in nikarin biçin Îmraliyê.