Tê xwestin ku akîvîstên Kurd ên di bin xeteriya darvekirinê de ne bên dersînorkirin

Aktîvîstên Kurd ên Rojhilatî ku li Marmarîsê hatin destgîrkirin, tevî xeteriya darvekirinê tê xwestin ku ber bi Îranê ve bên dersînorkirin.

Li nêzê lîmana navçeya Marmarîs a Mûglayê, di nav de du kesên Rojhilatî 144 koçber 15’ê Kanûnê hatin destgîrkirin. Tê xwestin ku her du kesên Rojhilatî ber bi Îranê ve bên dersînokirin.

Ji koçberan 140 ji ber belgeyên wan ên niştecihiyê hebûn, hatin berdan. 4 koçberên din jî hîna li navenda paşdevegerandinê ya li navçeya Ûlayê tên ragirtin.

Parêzerên ku çûn GGM’ê û bi koçberan re hevdîtin kirin, gotin ku aktîvîstên siyasî yên Kurd Shawger Mohammadî û Hosseîn Menbarî (Amanj) bên dersînorkirin.

Ji ber ku aktîvîstan, binpêkirinên mafan ên dewleta Îranê li ser Kurdan pêk anî eşkere kiribûn, di bin xeteriya darvekirinê de ne.

Parêzeran ragihandin ku ji bo paşde neyên vegerandin, wê kar û barên pêwîst bikin.

16’ê Îlonê li Tehranê piştî jina Kurd a ciwan Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaq ve hat qetilkirin, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildanek bê hempa heye. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, hêzên dewletê di dema çalakiyên protestoyî de, jê 63 zarok herî kêm 469 kes qetil kir. Tê diyarkirin ku 39 kes jî di bin xeteriya darvekirinê de ne.

Rêxistinên mafên mirovan ên xwecih diyar dikin ku tenê li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 122 kes hatine qetilkirin.