TCŞ û TêkoJIN’ê banga seferberiyê kir
TCŞ û TêkoJIN’ê piştî komkujiya Parîsê, banga seferberiyê li ciwanên Kurdistanê kir.
TCŞ û TêkoJIN’ê piştî komkujiya Parîsê, banga seferberiyê li ciwanên Kurdistanê kir.
Di daxuyaniya li dijî êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hat dayîn de, gotinên “Em weke tevgerên ciwan, soza xwe ya tolhildanê dubare dikin” cih girtin.
Daxuyaniya TCŞ û TêkoJIN’ê wiha ye:
JI BO HEMÛ CIWANÊN KURDISTANÊ YÊN APOYÎ Û WELATPARÊZ
“Di serî de em bi rêzdarî û minetdarî kesên di êrîşa îro li paytexta Fransa Parîsê, de şehîd bûne bi bîr tînin û soza xwe ya girêdanbûna bi bîranînên wan û tolhildanê dubare dikin.
Weke ku tê zanîn bi destê dewleta Tirk a faşîst îro, êrîş li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hatiye kirin û welatparêzên me yên Kurd, gihiştin şehadetê.
BANGA HESABPIRSÎNÊ
Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê yên li Ewropayê dijîn dikin ku rabin ser pêyan û hesab bipirsin.
Divê her ciwanek Kurd baş fêm bike ku dijmin ne tenê li hemberî gerîla, li her derê ku Kurd lê ne bi nemerdane êrîş dike. Di serî de Elmanya, Fransa û Swîsre divê her welatek ê Ewropayê li dijî van kolanan veguherînin qada berxwedanê. Banga me ji bo ciwanên Kurdistanê yên Ewropayê dijîn e: Roj roja rabûna ser pêyan e, roj roja li dijî dagirker û xayînan rakirina qiyametê ye. Roj roja tolhildanê ye.
Yekane rê, ji bo Kurdistanê berxwedan e. Em bang li ciwanên Kurdistanî û enternasyonal ên li Ewropayê dijîn dikin ku bi hestiyarî û berpirsyarî peywira xwe ya pêşengiyê bi cih bînin, li her qadê ala berxwedanê bilind bikin, hesab ji faşîsm, mêtingerî, dagirkerî û xiyanetê bi pirsin û serkeftina mutlaq, bi dest bixin.”