Taybet Înan û Mele Hesen hatin bîranîn
Taybet Înan û Mele Hesen ên ku li Silopiya Şirenê di dema ‘qedexeya derketina derve’ de ji aliyê dewleta Tirk bi hovane hatibûn qetilkirin, bi qurnefîlan hatin bîranîn.
Taybet Înan û Mele Hesen ên ku li Silopiya Şirenê di dema ‘qedexeya derketina derve’ de ji aliyê dewleta Tirk bi hovane hatibûn qetilkirin, bi qurnefîlan hatin bîranîn.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê ku di sala 2015’an de Taybet Înan a ku di ‘qedexeya derketina derve’ ya Silopiya de hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 7 roj û 7 şevan li kolanê ji ber şer mabû, li cihê lê hatiye qetilkirin bi girseyî hat bîranîn. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberên rêxistinên HDP û DBP’ê yên Şirnex û navçeyên wê, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bîranînê bûn.
Girseyê qerenfîl danîn ku cihê ku Dayika Taybet lê hatiye qetilkirin. Girse piştre derbasî mala Dayika Taybet bûn.
Di bîranînê de Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag axivî. Akdag diyar kir ku ew ê wê zilma ku li ser cenazeyê Taybet Înan hatiye kirin jibîr nekin û wiha axivî: “7 sal berê dayika me Taybet li Sîlopiyayê bi hovitiyeke mezin hate qetilkirin. Cenazeyê wê 7 roj û 7 şevan li kolanê ma. Em di şexsê Dayika Taybet de kesên ku di wê demê de hatine qetilkirin, bi bîr tînin. Em wê zilma ku li ser gelê Kurd hatiye kirin ji bîr nakin û heta dawiyê em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin.”
Piştre kêça Taybet Înan, Halîme Akin axivî. Akin jî got: “Ew ne dayika min tenê ye, dayika we hemûyan e. Ez spasdar im ku di her roja qetilkirina wê de hûn dayika me bi bîr tînin. Ew roj weke îro her tim li ber çavê me ye em ê ji bîr nekin.”
Piştî axarftinê girse derbasî mala Mele Hesen Sanir bûn yê ku ew jî di dema ‘qedexeyan’ de hatibû qetilkirin û cenazeyê wî jî 13 rojan li malê hatibû hiştin. Li wir jî li ser navê girseyê Dayika Aştiyê Emîne Ozek axivî û wiha got: “Em vê zilmê şermezar dikin û em ji bîr nakin. Îro jî li her deran kuştin û komkujî çêdibin. Heta ku kujerên Dayika Taybet û Mele Hesen diyar nebin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em naxwazin kuştin çêbibe. Îro zarokên me tên kuştin, dayikên me tên destgîrkirin. Divê ku em li dijî vê li ber xwe bidin û qebûl nekin.”
Di dawiyê de Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî. Gungen jî bal kişand ser kesayeta Mele Hesen û got: “Mele Hesen bi me re di nav xebatan de bû. Her tim di nava gelê xwe de bû. Mele Hesen meleyê serdemê bû. Em ê wan cangoriyan ji bîr nekin. Ew hişmendiya ku dayika Taybet û Mele Hesen qetil kirin, hê jî didome. Lê li dijî vê zilmê, têkoşîna me jî didome.”