Tanrikûlû: PKK aktorek herêmî ye, divê li meclîs mase bê danîn

Tanrikûlû: PKK aktorek herêmî ye, divê li meclîs mase bê danîn

Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû diyar kir ku PKK aktorek herêmê ye û xwest muzakereyek bi beşdariya partiyên siyasî û saziyên sivîl pêk bê. Tanrikûlû bal kişand ser “xeteriya” veqetîna li Tirkiyeyê û pêşniyar kir ku ji bo çareseriyê di meclîsê de maseyek bê danîn.

Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû ji rojnameya Hurriyetê re axivî û gotûbêjên derbarê hevdîtinên Osloyê de yên ku partiya wan CHP’ê careke din anî rojevê de nirxandin kir.

Tanrikûlû da zanîn ku ji bo çareserî pêk bê divê muzakereyên hemwext pêk tên û xwest muzakereyek bi beşdariya partiyên siyasî û saziyên sivîl pêk bê. Tanrikûlû got ku tu polîtîkayên hukûmeta AKP’ê yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tune ne û diyar kir ku armanca wê ji hevdîtinên Osloyê hilbijaritnên 12’ê Hezîrana 2011 bê çalakî û mirin derbas bibe û dixwest bi vê yekê avantajek bi dest bi xwe.

TIRKIYE ASÊ MAYE

Tanrikûlû destnîşan kir ku Tirkiye ji ber mijarên Hevdîtinên Osloyê, rewşa Îran, Iraq û Sûriyeyê êdî asê maye û wiha got; “Hikûmetê ji bo çareseriyê hevdîtine nekiiriye.” Tanrikûlû bal kişand ku hukûmetê muzakeyeke veşartî pêk aniye, lê vê yekê ne ji bo çareseriya pirsgirêkê kiriye.

DIKARIN BI PKK’Ê RE MUZAKERE BIKIN

Tanrikûlû wiha got; “Bi rêxistinek çekdar re mirov divê li ser esasê çekdanînê hevdîtin pêk bîne. Lê di mijarên din ên siyasî de hûn ê bi mekanîzmeyên demokratîk re hevdîtinê pêk bînin. Ez qala BDP’ê dikim. Li gorî pêşniyara me, ger dê maseyek bê danîn, divê li meclîsê be, li derdora wê her kes bicive û berpirsyariyên xwe bizanin. “ Tanrikûlû diyar kir ku dikarin ji bo çekdanînê bi PKK’ê re hevdîtin û mûzakereyan bikin

Tanrikûlû bal kişand ser “xeteriya” veqetîna li Tirkiyeyê û tiştên ku îro diqewimin şiband salên 1990’an û diyar kir ku ev yek her ku diçe kûrtir dibe.

DERXISTINA PKK’Ê JI QENDÎLÊ XEYAL E

Tanrikûlû da zanîn ku derxistina PKK’ê ji Qendîlê xeyal e û got; “Di meha tebaxê de Wezîrê Derve yê Tirk çû Hewlêrê û di belavoka hevpar de PKK weke dijminê hevpar hate nîşandan. Gelo Malikî dikare çi ji wê erdnîgariya di bin kontrola Barzanî de bike.” Tanrikûlû wiha domadn; “Heta Qendîl hebe, dê çawa kontrolek mutlaq pêk bînin? Qendîlê 50 salan ji Talebanî û Barzanî re, ji pêşmergeyan re malovanîkir. Bexdayê hemû rêbazên şer bi kar anî, lê nekarî ji wir derbixin. Hukûmeta Hewlêrê ji Qendîlê çêbûye. Bila kes xwe nexapîne û nebêje Barzanî dê PKKê ji wir derbixe. Her wiha PKK li Sûriyeyê bû hêzek çekdar û siyasî. Li Îranê agirbestek heye, sibê ne diyar dê çi çêbibe.”