Tanga artêşa Suriyeyê welatiyek kurd kuşt

Tanga artêşa Suriyeyê welatiyek kurd kuşt

Li paytexta Suriye Şamê tangek artêşa rejîmê li wesayîta welatiyê kurd ê bi navê Ekrem Elî xist. Di encamê de Ekrem Elî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Ekrem Elî, dema bi wesayîta xwe ji Şamê vedigeriya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, tangek artêşa rejîma Suriyeyê li wesayîta wî xist. Di encama bûyerê de, Ekrem Elî yê 57 salî jiyana xwe ji dest da. Piştî agahiya mirinê hate bihîstin, xizmên Ekrem Elî çûn Şamê. Cenazeyê Elî ji bo ku bê definkirin ber bi gundê wî Egulê yê girêdayî Qamişlo ve hate birêkirin.