Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Talabanî: Silav serok, em ê bi hev re bernameyê temam bikin

Serokê YNK’ê Bafil Talabanî di peyama xwe ya ji bo Newroza Amedê de bi gotina ‘silav serok’ xîtabî Rêber Apo kir û got, ew ê bi hev re bernameya pêvajoyê temam bikin.

Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî, ji pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Amedê re peyam şand.  

Talabanî, di peyama xwe ya bi dîmen de wiha got:

“Silav Kurd û Kurdistan, silav hevalên hêja, silav zarokên xweşik ku niha li wir sekinîne, silav heval Abdullah Ocalan, silav Serok. Cejna Newrozê li we pîroz be, îşelah tim di cejnê de bin. Divê dema hesas de, ya girîng, yekitiya me, yekitiya hemû Kurdan û yekitiya her çar parçeyên Kurdistanê ye.

Silaveke taybet, ji bo hemû aliyên ku beşdarî projeya aştiyê ya Abdullah Ocalan daye destpêkirin bûne.  

Hêvîdarim ku ez di demek herî nêz de werim xizmeta we, heval Apo. Hêvîdarim bername û plana te em ê bi hev re temam bikin. Ez hêvî dikim ku em di demek herî zû de we azad bibînin. Hûn hemû dizanin Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) her tim ji bo we bûye. Ez li vir soz didim ku wê her tim ji bo we be. Ew ê her tim ji bo we xebat bike û hûn hemû ser serê me û ser çavên me ne.

Hûn bi xwe jî dizanin ku xwezayeke min heye ku tiştên dibêjim bi cih tînim. Ez soz didim we hemûyan. Saleke din hûn ê min di dîmenan de nebînin. Ez soz didim ku ez ê saleke din di xizmeta we de bim.

Her bijîn. Cejna Newrozê li we pîroz be.”