TÎP’ê biryar da ji bo serketina Kiliçdaroglû bi awayekî çalak bixebite
Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ji bo Kiliçdaroglû di tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê de bi ser bikeve, biryara da ku bi awayekî çalak bixebite.
Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ji bo Kiliçdaroglû di tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê de bi ser bikeve, biryara da ku bi awayekî çalak bixebite.
Lijneya Rêveber a Navendî ya TÎP’ê encamnameya civîna xwe ya derbarê hilbijartinên 14’ê Gulanê û hilbijartinên tûra duyemîn ku wê di 28’ê Gulanê de bên kirin, eşkere kir.
TÎP’ê ku li gorî encamên heyî ya hilbijartinan 4 wekîl şandin meclîsê, diyar kir ku encamên hilbijartinê “serkeftina eniya muxalefetê” ye.
TÎP’ê diyar kir ku ew xebatên hiqûqî yên wekîltiyê ku bi ferqeke kêm winda kirine, didomînin û ragihand ku ji bo Kiliçdaroglû di tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê de bi ser bikeve, ew ê bi hemû derfetên xwe xebat bimeşînin.
TÎP’ê got, “Tiştekî hatî windakirin nîne, hilbijartineke ku wê bi ser bikeve heye.”