Swîsre ji bo Efrînê li ser lingan bû

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê di meşa ji bo Efrînê hate kirin de peyama “Em ê li ber xwe bidin û serkevin” hate dayîn.

Bi hezaran kes tevî serma û berfa zêde jî li Zurîhê kom bûn, êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ji bo êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya ji 20’ê Çileyê ve li ser Efrînê li Swîsreyê çalakiyek lidar xistin. Kurdistaniyên bi rojan e li Swîsreyê çalakî lidar dixin, îro li bajarê Zurîh ê Swîsreyê kom bûn. Piştî meşa li navenda bajêr li qada Helvatîa yê mîtîngek lidar xistin.

Meşa bi pêşengtiya Platforma Ciwanên Efrînê ve hate lidarxistin, wêneyên ku balê dikişîne ser qetlîama dewleta Tirk a li ser sivîlan û alên PKK, KCK, YPG, YPJ, PYD hatin rakirin û dîsa posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Di meşê de bê navber dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê”, “Tirkiyeya dagirker” û “Qatil Erdogan” hate qîrkirin.

Di axaftinên li ser navên Platforma Ciwanên Efrîn, PYD û NCKD a Swîsreyê hate kirin de, bal kişandin ser qetlîamên dewleta Tirk a li ser sivîlan û hate gotin ku tevî biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariya NY’yê ya 30 rojan hê jî dewleta Tirk êrîşên xwe didomîne. Her wiha banga xwedîderketina li Efrînê hate kirin. Di axaftina de peyama “Em ê li ber xwe bidin û serkevin” hate dayîn.

DELEMONT

Li aliyê din li bajarê Delemont ê Swîsreyê li ser banga Platforma Piştgiriya bi Efrînê re bi hezaran kes li Stasyona Trenê ya navendê kom bûn. Kurdistanî û dostên xwe êrîşên qetilker ên dewleta Tirk û çeteyê wê ya li ser Efrînê protesto kirin.

Di çalakiyê de dirûşmên “Dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê bi cehenime”, “Dagirkeriya li ser Efrînê bidin rawestandin” û “Qetlîamên li ser sivîlan bidin sekinandin” hatin qîrkirin. Di axaftinên çalakiyê de hate kirin diyar kirin ku heta dawî li êrîşan bê wê çalakiyê xwe bidomînin û qadan vala nekin. Piştî axaftinan û şûnde çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.