Swêdî çavdêriya xwe ya li ser Efrînê vegot: Rîska qirkirinê heye

Parlamenterê Partiya Derdorê ya Swêdê Jabar Emîn got dewleta Tirk û çeteyên wê DAÎŞ xwe hazir dikin ku li Efrînê qirkirinê bikin.

Parlamenterê Patiya Keskan û Derdorê yê Swêdê Jabar Emîn ku çend rojên bihurî çûyî Efrînê û şahidî ji komkujî û sûcê mirovahiyê yê dewleta Tirk re kirî got dewleta Tirk û çeteyên ji bermahiyên DAÎŞ’ê hewl didin ku li Efrînê qirkirinê bikin.

Emîn got ji ber dawî li qirkirina li Efrînê were di serî de Neteweyên Yekbûyî divê saziyên navnetewî li dijî êrişên dewleta Tirk rawestin.

Emîn çavdêriyên xwe ji ANF’ê re vegot.

Emîn got ji ber ku wî xwestiye ku pergala demokratîk û wekheviya siyasî ya li wir bibîne û ji bo ku fêhm bike bê ka federasyon çawa ava bûye, kantonên li wir çawa dixebitin Çûye wir û her wiha ji ber fêhm bike bê ka li Efrînê, ya ku êrîşa dewleta Tirk li ser heye çi dibe, gel çi difikire çûye Efrînê.

GEL BIBIRYAR E KU XAKA XWE BIPARÊZE

Emîn dibêje, wî çavdêrî lê kiriye ku gel bi moralekî mezin bûye û didomîne, ‘’Gel bibiryar e ku xaka xwe biparêze û êrîşan bişkîne. Dibêjin em ê bosteke axa xwe jî biparêzin. Dilê mirov xweş e ku azweriya şer bi asta herî zêde ye. Hemû gelên ku li wir dijîn, Ereb, Kurd, Tirkmen, Misilman, Xiristiyan dibêjin em ê parastina Efrînê bikin. Ez kêfxweş bûm ku ez vê hîsê jiyam û min ev biryardariya wan dît.

Emîn got ji ber mirina sivîlan ew pir xemgîn e, dema ku hê ew li Efrînê 190 sivîl hatibûn kuştin û di nav yên ku hatibûn kuştina de piranî jê zarok, jin û yixtiyar bûn û piraniya wan ên ku hatibûn kuştin gundiyên Efrînê bûne û got, ‘’Dewleta Tirk bi wesayitên zirxî, moşek û teknolojiya giran êrîşê tîne û bi balafiran bombe dike.’’Emîn got dewleta Tirk avahiyên dîrokî û çandî yên herêmê jî dike hedef.

DEWLETA TIRK ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR ANÎ

Emîn got di êrîşên dewleta Tirk de bermahiyên napalm û çekên kîmyewî hene û got, ‘’6 kes bi gaza klorê birîndar bûn. Mirov bi çekên qedexe lê ku artêşa Tirk bi kar tîne, birîndar bûn. Piştî ku min ev hemû tişt dîtin biya min tekane çareserî demildest bidawîbûna şer e. Divê dinyaya derve li dij êrîşên Tirkan raweste. Neteweyên Yekbûyî, DYA, Rûsya û welatên dî li dijî vê hovîtiyê zêdetir nikarin bêdeng bimînin.’’

ZAROKÊ 4 SALÎ BI NAPALMÊ JIYANA XWE JI DEST DA

Emîn got wî seriyek daye bav û kurekî ku li gundekî Efrînê bi napalmê birîndar bûye û got, ‘’Ji vê malbatê zarokekî 4 salan di dema êrîşan de jiyana xwe ji dest dabû. Zarokê 8 salî jî bi bavê xwe re li nexweşxaneyê dima. Trejediyeke ku zarokekî 4 salî bi napalmên artêşa Tirk jiyana xwe ji dest bide. Ez çûme malbateke dî ku ji ber gaza klorê birîndar bûbûn. Li ser laşê gelek nexweşên ku min li nexweşxanê ew ziyaret kirin parçeyên şarapnalê hebûn.’’

Emîn her wiha got li nexweşxaneyê ku gelek birîndar lê hebûn derman kêm in û got divê dinyaya derve ji bo ku tedawiya nexweşan were kirin dermanê bişînin.

Emîn got, wî çavdêrî lê kiriye ku dewleta Tirk guh nedaya biryara agirbestê ya NY’yê, balafirên Tirk bombe avêtine 100 metro nêzî nexwşexaneyê û tiştên ku dewleta Tirk dikin sûcê şer û mirovahiyê ye.

‘QIRKIRIN BIBE BERPIRS ERDOGAN E’

Emîn got heke êrîşên dewleta Tirk neyên rawestandin wê li Efrînê qirkirin çêbibe û got heke artêşa Tirk û Îslamiyên radîkal ên ku li gel Erdogan bikevin Efrînê wê şerekî giran bibe, li ser sivîlan dikarin komkujî û qirkirinê bikin û berpirsê vê jî wê Erdogan be.

DINYAYA DERVE TEQEZ DIVÊ MUDAHELE BIKE

Emîn got beriya qirkirinê û komkujiyan dinyaya derve teqez divê mudahele û diyar kir ew ê çavdêriyên xwe bike rapor, bide Hikûmeta Swêd, Wezîrê Karê Derve, Yekîtiya Ewropa û Partiya Keskand. Emîn bi berdewamî got Efrîn ji çar hêlan ve hatiye pêçan, ji çar hêlan ve êrîş bi ser de heye û heke dorpêç bidome gel wê bê zad û bê derman bimîne, trajediyên mezin çêbibin û ji bo vê jî divê dinyaa derve beriya ku dereng bibe tevbigerin.