Balefirên şer ên rejîma Sûriyeyê li ser riya Efrîn û Helebê dîsa wesîyata rêwiyan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 4 kurdan jiyana xwe ji dest da, 7 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, wesayîta rêwiyan dema ji Efrînê diçû Helebê, li nêzî bajaroka Heyanê ya Helebê ji aliyê balefirên şer ên Sûriyeyê ve hate bombebarankirin. Di encama bomberana ku saet derdora 12.00’an de pêk hat de 4 welatiyên kurd jiyana xwe ji dest da, 7 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku kesek jî winda ye.
Navên kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Henîfe Yusuf a 50 salî. Ji gundê Birc Evdila yê girêdayi Efrînê, Keca Henîfe Hêvî Şemo ya 23 salî, Kamuran Mehemed Elî yê 40 salî, ji gundê Meerezkê yê girêdayî Efrînê, Ajokarê wesayîtê Menan Helîl Elî yê 25 salî, ji gundê Qitnê yê Efrînê ye.
Navên kesên birîndar jî wiha ne: Keça Henîfe Yusuf Yasemîn Şemo ya 9 salî, Ayşe Arif a 34 salî, ji gundê Meerezkê yê girêdayî Efrînê ye, Wehît Şemo yê 24 salî û hevsera wî Dilşa Necar a 22 salî, Celal Weqaf ê ji gundê Xwezyan ê girêdayî Efrînê, Silêman Ekaş ê 50 salî, ji bajaroka Şîê yê Efrînê, Canê Selîmî Şemo ya 17 salî.
Hate ragihadin ku welatiya bi navê Canan Xelîl Şemo jî winda ye û heta niha agahî jê nehatiye girtin.
Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane cenazeyê Kamuran Mehemed Elî (40) û Menan Helîl Elî (25) birin Efrînê. Her wiha ji birîndaran jî Sileman Ekaş û Canê Selimî Şemo (17) jî birin nexweşxaneyên li Efrînê. Cenazeyên 2 kesên din û birîndarên din jî birin bajarê Helebê.
Li aliyê din hate hînbûn ku li herêma bomberan hatiye kirin tu şer û pevçûn tunebûn.
Balefirên şer ên rejîma Suriyê, demek beriya niha jî, dîsa li ser riya Erfîn û Helebê wesîyta rêwiyan bombebaran kiribû û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabû, 7 kes jî birîndar bibûn.