Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku balefira şer a Tirk a F4 li rojhilatê Deryaya Spî ji aliyê hêzên Sûriyeyê ve hatiye xistin.
Di daxuyaniya fermî ya ji aliyê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ve hat dayîn de hat gotin; “Jeta Tirkan kîlometreyek ketibû nava sînorê me. Piştî ku me li hedefê xist, me nû zanî ku balefira Tirkan e. Balefira Tirk bi awayeke nizm li ser peravên me re difiriya."
Di daxuyaniya Wezaretê de hat ragihandin ku balefir 10 kîlometre li dûrahiya gundê Um Al Touyour ketiye deryayê. Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên deryayî yên her du welatan di nava têkiliyan de ne û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.
Lê Tirkiyeyê heta niha der barê mijarê de daxuyaniyeke berfireh nedaye. Di demjimêrên dereng ên şevê de piştî civîna bilind a ewlekariyê ya li Enqereyê pêk hat, hat ragihandin ku balefir ji aliyê Sûriyeyê ve hatiye xistin. Di daxuyaniya dewleta Tirk de hat gotin ku ew ê piştî zelalbûna bûyerê daxuyaniyên pêwîst bidin û pêngavên pêwîst biavêjin.