Li duwemîn bajarên herî mezin ê Sûriyeyê Helebê , pevçûnên dijwar ên di navbera artêşa Sûriye û Artêşa Sûriyeya Azad a muxalîfan de berdewam dikin. Duh li Helebê agir bi Sûka Dîrokî ya Medîne ya sergirtî ket.
Sûka sergirtî ya Medîneyê weke sûka herî baş a sergirtî ya li Rojhilata Navîn hatiye parastin tê zanîn. Hate ragihandin ku bi sedanên dikanên dîrokî yên sûka dîrokî şewitîn. UNESCO’yê di daxuyaniya weşand de bûyerê weke “trajedî” bi nav kir.
Balkêş bû ku şewat di rojên ku şerên dijwar li bajêr diqewimin pêk hat. Tê diyarkirin ku şewat di encama gûleyan de vêketiye.
Serokê Navenda Mîrasên Cîhanê yê UNESCO’yê Kîşore Rao ji ajanasa Associated Press re axivî û diyar kir ku ev yek wendahiya herî mezin a bajarê kevnar bû.