Sûcê mirovahiyê neket ber ‘demboriyê’
Sûcê mirovahiyê neket ber ‘demboriyê’
Sûcê mirovahiyê neket ber ‘demboriyê’
Sedat Kuyurtar ku di dema derbeya 12’ê Îlonê de bi îdiaya ku ‘endamê rêxistina Kawaye’ hat binçavkirin û piştre hat girtin. Kuyurtar 5 salan li girtîgeha hejmar 5 a Amedê ma û bi hevkariya xwe parêzerê Firat Kuyurtar li Dadgeha Cezaya Giran a 4’emîn ya Îzmîrê doza tazmînatê vekiribû û doz qezenc kir. Doza ku neket ber astengiya demboriyê, ji bo Kuyurtar ji ber wendahiya madî 578 lîra û ji ber îşkencê jî 30 hezar lîra tazmînat hat xwestin.
Sedat Kuyurtar ji bo mamostetiyê beriya biçe Sêwasê di 6’ê Gulana 1981’ê de belgeya terhîsê girt, lê bi îdiaya ‘endamê rêxistina Kawaye’ li Şaxa Leşkeriyê hat binçavkirin û şandin Girtîgeha Amedê ya hejmar 5. Dadgeha Leşkerî Kuyurtaj ji dosyaya 1981/352 A.T.C. girt. Kuyurtar ji 17’ê hezîrana 1981’ê heta 10’ê çileyê 1985’an ji azadiya xwe hat mehrumkirin.
Rastî îşkenceyên giran yên derveyê mirovahiyê hat û 4 salan beyî sedem ji malbat, karê xwe hat mehrumkirin. Kuyartar piştî hat berdan jî 5 salan doza wî berdewam kir. Peywira mamostetiyê lê hat qedexekirin. Piştî 5 salên din hat beratkirin. Piştî referanduma guhertina makeqanûnê ya 12’ê îlona 2010’an dozê vedike.Piştî referandumê ji paşayên darbekar re riya lêpirsînê vebû.
30 HEZAR TL TAZMÎNAT QEZENC KIR
Ji bo darizandina darbekaran, hat gotin ku divê sûcê lidijî mirovahiyê nekeve ber demboriyê û ji aliyê parêzer Firat Kuyurtar ve li 4’emîn Dadgeha Ceza Giran a Îzmîrê doza tazmînatê ya 250 hezar ya madî û 500 hezar jî ya manevî hat vekirin.
Di pêvajoya dozê de raporên kesên zane hêvî nedida jî, di 17’ê îlona 2013’an de di danişînê de bi biryara ku hat dayîn de doz hat qebûlkirin. Ji wendahiya madî 578 lîra û ji ber îşkencê jî 30 hezar TL tazmînat hat birîn.
Sedat Kuyurtar der barê dozê de ji ANF’ê re axivî û got: “Ya ez bigirin ne di tazmînata madî de ye. Divê bedeleke wan îşkenceyên 12’ê îlonê hebûya. Bedela vê bê guman ne madiye. Lê der barê vê de dozeke bi vî rengî qezenckirin girînge. Hêviya min ev ku kesên wek min mexdur bûne, dozê vebikin û darbekaran mahkum bikin.”
PARÊZER KUYURTAR: DIVÊ BI HEQÎQETÊ RE BÊN RÛ HEV
Kuyurtar di daxuyaniya xwe de wiha got: “Muvekîlê min mexdurê 12’ê îlonê bû. 4 salan li girtîgeha Amedê di bin îşkenceyên hovene de hat derbaskirin. Herî dawî ji doza ku der barê wî de beyî ku sedem hebin hatibû vekirin, hat beratkirin.
Divê pêvajoya ku çareserî û aştiya civakê di rojevê de ye, divê Tirkiye bikeve nava hesabdayîneke rast û divê bi heqîqetan re bê rû hev. Di nokteyê de ne tenê bûyerên 12’ê îlonê divê hemû bûyerên paşerojê bê aşkerakirin û mexduriyeta kesan bê rakirin.”
Kuyurtar bang li mexdurên din kir û got bila mexdur beyî ku dereng bimînin li mafên xwe bigerin û got ew ji bo pêngav avêtina dewletê, dewletê dide zorê.