Sûcdarên ku bi wesayîtên zirxî bûne sedema mirinan, tên parastin

Seroka Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Parêzer Huriye Hamîdî diyar kir ku, pergala bêcezakirinê sûcdarên ku bi wesayîtên zirxî yên artêşa Tirk bûne sedema mirinan diparêze.

Li Geverê ya Colemêrgê wesayîta zirxî ya ku çawîşê pispor ê bi navê Alper Kagan P. diajot li zarokê 5 salî E.A qelibû û di encamê de zarok jiyana xwe ji dest da. Çawişê pispor Alper Kagan P. yê ku li E.A xist û 50 metre li erdê kaş kir, bi şertê kontrola edlî hat berdan. Wesayîtên zirxî yên ku li her derê bajarên Kurdistanê tên dîtin, bû sedem ku 28 ji wan zarok bi dehan kesan jiyana xwe ji dest bide. Ji ber ku sûcdar nehatin cezakirin, kuştinên bi vî rengî zêde bûn. Gelek dosya ji aliyê qeymeqam û weliyên AKP’yî ve hatin veşartin; Dosyayên ku ji ber têkoşîna malbat û saziyên sivîl sewqî dadgehê hatin kirin, ji aliyê dadger û dozgerên AKP-MHP'ê ve hatin girtin.

Ger malbat li dû bûyerê biçin dosya bi cezayê pereyan tên girtin. Li ser banga saziyên sivîl û rêxistinên mafê mirovan a “Bila wesayîtên zirxî nava bajêr bên qedexekirin”, rejîma AKP-MHP’ê di serî de zarok hemû sivîl kir mexdûrê wesayîtên zirxî. Li gorî nûçeyên çapemeniyê di navbera salên 2008-2023’yan de ji ber wesayîtên zirxî yên polîs û leşkeran bi kar anîne bi dehan zarokan jiyana xwe ji dest dane.

SÛCDAR TÊN PARASTIN

Em bi Seroka Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Parêzer Huriye Hamîdî re li ser mirina zarok û sivîlan a bi wesayîtên zirxî re axivîn.

Parêzer Huriye Hemîdî destnîşan kir ku, zarok hem li kolan hem jî li malê di encama qelibîna wesayîtên zirxî de jiyana xwe ji dest dane û wiha got, “Weke Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, me raporek derbarê binpêkirinên mafên zarokan ên di sala 2022’yan de ji wesayîtên zirxî, mayin û alavên şer derketine, weşand. Di rapora ku min behs kir de me ev pirsgirêk di çarçoveya mafê jiyanê, mafê jiyana di jîngeheke saxlem û mafê lîstikê de nirxand. Bi rastî, ev rapor rewşê bi zelalî rave dike. Zarok dema li malê radizên an jî li kolanan lîstikan dilîzin ji ber qelibîna wesayîta zirxî dimirin. Birayên hev Muhammed û Fûrkan Yildirim dema li mala xwe razayî bûn, wesayîta zirxî ya panzerê li wan xist û jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber ku nekarîn qusur bibînin wê demê, kiryarê ku panzer dajot xelet hate dîtin, lê doz bi bêcezabûnê bi encam bû. Efe Tektekîn dema ji dixwest derbasî wî aliyê rê bibe di encama qelibîna wesayîta zirxî de jiyana xwe ji dest da. Di raporên ku di dosyeyê de cih girtin de dayik û bavê Efe weke sûcdar hatin hesibandin û ajokarê wê jî bêqusûr hat dîtin û kiryar beraat kir. Tevî binpêkirinên ku bi wesayîtên zirxî pêk tên zêde ne jî, ji ber sûcdar nayên cezakirin û tên parastin, ev yek hêz dide wan."

BI BAWERIYA KU WÊ NEYÊN CEZAKIRIN TEVDIGERIN

Parêzer Huriye Hamîdî, çavdêriyên xwe yên li ser mirina zarok û sivîlan ên ji ber wesayitên zirxî yên leşker û polîsan pêk hatine de lêkolîneke bi bandor heye yan na parve kir û wiha domand, “Dosyayên ku kiryar karmendê dewletê be, pêvajoyek bi bandor a lêpirsîn û darizandinê pêk nayê û polîtîkaya necezakirinê tê meşandin. Bersûc ji xwe bi wê baweriyê tevdigerin ku dê neyên cezakirin û bûyera ku hatiye kirin weke rewaya nîşan dide. Ji kêliya destpêkê ya bûyerê heta bidawîbûna darizandinê, em dibînin ku hemû meqamên edlî bi armanca parastina kiryaran tevdigerin.

Di rewşên wiha de ku baweriya mexdûran û civakê ya bi edaletê têk diçe, bi hevkariya aktorên ku di pêvajoyê de cih digirin, em rastî encamekê tên. Bi taybetî li herêmê binpêkirinên mafan ên ji wesayîtên zirxî tên. Ne pêkan e ku mirov vê yekê ji polîtîkayên dewletê serbixwe bigire dest. Em dibînin ku li van herêman cihê jiyanê û lîstikên zarokan bi wesayîtên zirxî tije bûne ku bi tu herêmeke din nayê berhevkirin. Ev amûrên ku bê kontrol û bêhewce tên bikaranîn, dibin sedema gelek binpêkirina mafan.”

WESAYÎTÊN ZIRXÎ JI BO ZAROKAN PIRSGIRÊKÊN EWLEHIYÊ DERDIXE

Parêzer Huriye Hemîdî anî ziman ku wesayîtên zirxî ji bo zarokên herêmê pirsgirêka ewlehiyê derdixin holê û di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin, “Girîng e ku zarok ji aliyê bedenî û derûnî û pêşketina xwe ve di nava hawîrdoreke saxlem de bijîn. Dîsa di pêşketina zarokan de cihê lîstikê nayê înkarkirin. Ji aliyekî ve prensîba berjewendîyên herî baş ên zarokan û mafê lîstina zarokan aliyekî Peymana Mafên Zarokan e, li aliyê din jî qadên lîstikê ji bo zarokan ewçend xetere tên çêkirin. Dîsa zarok ji ber ku wesayîtên zirxî li wan didin, jiyana xwe ji dest didin. Digel ku asta binpêkirinê ew qas mezin û cihêreng e jî, divê dewlet qadên jiyanê yên zarokan saxlem bike û bide hîskirin ku ew qadên dostê zarokan e.”

BI DEHAN KES JIYANA XWE JI DEST DAN

Li gorî daneyên ku di çapemeniyê de cih girtine, ji sala 2008'an û vir ve di nava 15 salan de herî kêm 100 bûyerên bi wesayîtên zirxî pêk hatine. Di bûyerên ku 53 kes birîndar bûn de 28 jê zarok herî kêm 41 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hin bûyerên bi wesayîtên zirxî yên li bajarên herêmê qewimîn wiha ne:

* 31'ê Tebaxa 2008'an: Di dema pêşandana konvoya maşînên zirxî ya li Kolana Amedê ya Êlihê de yek ji wesayitan Adnan Enûk (11) perçiqand. Di bûyerê de Enûk bi giranî birîndar bû, di lêpirsîna der barê leşker de hate vekirin de biryara neşopandinê hate dayîn.

* 29'ê Nîsana 2009'an: Maziye Aslan (7) dema ku li ser rêya Colemêrgê dimeşiya, wesayîta polîsên tevgera taybet lê qelibî û jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê yek ji polîsên tevgera taybet hate girtin.

* 4'ê Hezîrana 2010'an: Dîren Basan (10) li Şirnexê maşîneya zirxî ya polîsan a bi tîpa akrep lê xist û jiyana xwe ji dest da. Lêpirsîna der barê polîsê ku Dîren kuşt de bi biryara neşopandinê hate girtin.

* 16'ê Gulana 2010'an: Zarokê bi navê Turgut Gezer (12) li gundê Akalîn ê navçeya Geverê ya Colemêrgê bi wesayîta zirxî ya Midûriyeta Polîsan a Navçeyê bi giranî birîndar bû.

* 13'ê Hezîrana 2012'an: Yusuf Yilan (9) ê ku li navçeya Qereyazî ya Erziromê dema ku pêlavan boyax dikir wesayîta zirxî lê qelibî û jiyana xwe ji dest da, der barê polîsên kiryar de doz nehat vekirin.

* 23'ê Tebaxa 2012'an: Zarokê bi navê Muhsîn Îşlendi (8) li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê wesayîta zirxî ya bi tîpa akrep lê qelibî û bi giranî birîndar bû.

* Nîsan 2013: Sînan Saltalp (17) li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di encama qelibîna wesayîta polîsan de bi giranî birîndar bû. Sînanê ku 4 mehan di lênihêrîna giran de bû, di 29'ê Tebaxê de li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

* 14'ê Gulana 2013'an: Li navçeya Rezan a Amedê wesayîta zirxî ya bi tîpa akrep li zarokê 4 salî A.O qelibî. Zarok bi giranî birîndar bû.

* 12 Mijdar 2013: Li navçeya Rihayê Akçakaleyê Hasan BAKDUR ê 13 salî ji ber wesayîta zirxî jiyana xwe ji dest da.

* 8'ê Nîsana 2014'an: Di çalakiyên protestoyî yên li Taxa Hecîbekir a Wanê de wesayîta zirxî ya bi tîpa akrep li zaroka/ê A.O. a 12 salî qelibî û zarok bi giranî birîndar bû.

* 17'ê Tîrmeha 2014'an: Li Taxa Maksut Efendî ya navçeya Palandoken a Erziromê wesayîta polîsan a bi plaqeya sivîlan a li ber Midûriyeta Şaxa Trafîkê ya Herêmê li dewarên Furkan (14) û Îbrahîm Çavûş (16) ku ji mêrgê danîn qelibî. Di qezayê de gelek dewar mirin û zarokên ku bertek nîşanî bûyerê dan ji aliyê polîsan ve bi çek hatin gulebarankirin. Zarok birîndar bûn.

* 2'ê Îlona 2014'an: Li taxa Fîskaya ya Amedê wesayîta zirxî ya bi tîpa akrep a polîsan li zarokê bi navê Enes Karagoz ê 7 salî qelibî. Karagoz di bin wesayîta zirxî de bi giranî birîndar bû.

* 6'ê Çileya 2015'an: Ûmît Kurt ê 14 salî ji ber wesayîta zirxî jiyana xwe ji dest da.

* 23'ê Gulana 2015'an: Li navçeya Geverê ya Colemêrgê wesayîta zirxî ya bi tîpa Akrep li zarokê bi navê Kamuran Orman (15) qelibî û bi giranî birîndar bû.

* 6'ê Îlona 2015'an: Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Cemîle Çagirga ya 10 salî ku di dema qedexeya derketina derve ya 4-12’ê Îlona 2015’an hatibû qetilkirin, dayika wê neçar ma bedena Cemîle ya bêcan bi rojan di sarincê de veşêre.

*12’ê Cotmeha 2015’an: Li navçeya Sûrê ya Amedê ku qedexeya derketina derve lê hebû, Hêlîn Hasret Şen a 12 salî bi dayika xwe re wê çûban firinê. Lê di encama guleya ku ji wesayîta zirxî ya tîpa Kobra hatî berdan, Hêlîn jiyana xwe ji dest da. Ji ber berdana guleyan a ser hev, bedena Hêlîn Hasret Şen ji kolanê nehat rakirin.

*8’ê Kanûna 2015’an: Li Silopiya Şirnexê Ferhat Kartal ê 15 salî ji ber wesayîta zirxî jiyana xwe ji dest da.

*8’ê Kanûna 2015’an: Li Nisêbîna Mêrdînê Hakan Dogan ê 15 salî ji ber wesayîta zirxî jiyana xwe ji dest da.

*15’ê Nîsana 2016’an: Li ser rêya bejahî ya Dîlok-Rihayê wesayîta leşkerî ya Fermandariya Cendirmeyan a Herêmê li mînîbusekê ket. Cûma Ozkaplan (17) ku di hundirê mînîbusê de bû, jiyana xwe ji dest da.

*7’ê Çileya 2016’an: Li Cizîra Şirnexê Nîdar Sumer (17) ji ber wesayîta zirxî jiyana xwe ji dest da.

*24’ê Nîsana 2016’an: Li Bîsmîla Amedê Huseyîn Barût (8) ji ber wesayîta zirxî jiyana xwe ji dest da.

*4’ê Gulana 2016’an: Wesayîta zirxî ya tîpa akrep a ayîdê Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê li du xwendekaran xist û her du xwendekar birîndar bûn.

*12’ê Hezîrana 2016’an: Li navçeya Cizîr a Şirnexê Bunyamîn Bayram (6) ji ber wesayîta zirxî jiyana xwe ji dest da.

*28’ê Hezîrana 2016’an: Li ser cadeya Îpekyolû ya Wanê mînîbusa polîsan li Çinar Bartin (8) xist û encamê de Çinar bi giranî birîndar bû.

*24’ê Tîrmeha 2016’an: Li ber Midûriyeta Emniyetê ya Îpekyolû ya Wanê Taha Kiliç (4) li bin panzera polîsan de ma û jiyana xwe ji dest da. Şahidan got ku wesayît nesekinî. Derbarê polîsên ku bûyîn sedema mirina Taha, ti kar û xebat nehat kirin.

*30’ê Tebaxa 2016’an: Li Wanê Mûstafa Dûman (17) dema li ber derê mala xwe rûniştibû, di encama gulebana ji wesayîta zirxî jiyana xwe ji dest da.

*6’ê Îlona 2016’an: Li Dêrsimê Li Qada Seyît Riza wesayîta zirxî ya tîpa kobra li Naciye Ozdemîr (71) xist û di encamê de Naciye Ozdemîr jiyana xwe ji dest da.

*8’ê Cotmeha 2016’an: Li Geverê wesayîta zirxî ya bi tîpa kobra gule li sivîlan barand. Di encama gulebaranê de Şemsettîn Çakmakçi, Rahmî Safhali, Necdet Îşozu, Serhat Bûldan û Aydin tumen ku li pêşiya dikana mobîlyayan bûn, jiyana xwe ji dest dan û Mehmet Alî Kaya jî birîndar bû.

*24’ê Cotmeha 2016’an: Li navçeya Cizîr a Şirnexê Hakan Sarak (5) ji ber lêdana wesayîta zirxî jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku wesayît bêyî ku raweste dûr ket, Sarak ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da.

*1’ê Tebaxa 2017’an: Li Okmeydaniya Stenbolê Reşîd Oso (7) yê Kobaniyî, ji ber lêdana wesayîta zirxî jiyana xwe ji dest da.

*9’ê Sibata 2017’an: Li Kerborana Mêrdînê Berfîn Dîlek (7) ji ber lêdana wesayîta zirxî jiyana xwe ji dest da.

*4’ê Adara 2017’an: Li ser rêya bejahî ya Sêrt-Êlihê Kerem Arslan (34) di bin wesayîta zirxî de ku ber bi paş ve tevger dikir, ma û jiyana xwe ji dest da.

*21’ê Adara 2017’an: Li nêzî gundê Kovah ku bi kîlometreyan ji rêya bejahî ya Îdil-Cizîrê dûr e, wesayîta zirxî ya bi tîpa ejder li otomobîlekî xist û di encamê de Okan Înce, Bahadir Beyazlîoglû û kesek ku navê wî/ê nehat zanîn, jiyana xwe ji dest dan.

*10’ê Nîsana 2017’an: Li ser cadeya 2’ê Nîsanê ya Wanê wesayîta zirxî li du kesan xist û di encamê de Abdûlvahap Taş bi giranî birîndar bû.

*27’ê Nîsana 2017’an: Li Wanê wesayîta zirxî ya polîsan li 2 welatiyan xist û di encamê de Samî Ûçan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

*27’ê Nîsana 2017’an: Li ser rêya Gevran a Amedê wesayîta zirxî li Hatûn Elhaman (55) xist û di encamê de Elhaman jiyana xwe ji dest da. Ji ajokarê wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî O.O re ku bû sedema mirina Hatûn Elhaman, 20 meh cezayê girtîgehê hat dayîn. Polîs O.O nehat girtin.

*4’ê Gulana 2017’an: Wesayîta zirxî ya bi tîpa panzer a bi plaqeya 73 A 0133 a ku polîs Omer Yîgît ê ku nobedariya avahiya partiyê ya Rêxistina Navçeya Silopiyayê ya MHP'ê ya li Taxa Karşiyaka ya navçeya Silopiya ya Şirnexê dikir, li Kolana 715’emîn Hejmara 13’an li salona xaniyek betonarme ya yek qat a ayîdê Mesût Yildirim xist. Birayên hevdû Muhammed Yildirim (7) û Furkan Yildirim (6) ku wê demê di salonê de razayî bûn, ji ber ku wesayîta zirxî dîwar û stûnên malê şikandin, jiyana xwe ji dest dan.  Di rûniştina ku 19’ê Hezîrana 2019’an de hatî kirin derbarê ajokarê wesayîta zirxî Omer Yegît ji ber “Ji ber xemsariyê li gel mirina çend kesan, kesek an jî çend kesan birîndar kiriye” 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê jê re hat dayîn. Dadgehê cezayê li Yegît 1/6 kêm kir, ceza daxist 2 sal û mehekê û veguherand 19 hezar TL.

*9’ê Hezîrana 2017’an: Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji ber lêdana wesayîta zirxî ya polîsan Mehmet Şerîf B. (17) ku li ser motosikletê bû, bi giranî birîndar bû. Lingê zarokê birîndar ji çokê wî qut bû. Di lêpirsîna hatî vekirin de, ti gav nehat avêtin.

*14’ê Hezîrana 2017’an: Li navçeya Licê ya Amedê Pakîze Hazar (70) li qada ku ji trafîkê re girtî ji ber lêdana wesayîta zirxî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Di darizandina hatî kirin de, 3 sal cezayê girtîgehê ji polîs re hat dayîn, lê piştre ceza hat daxistina 2 sal û 6 mehan.

*19’ê Hezîrana 2017’an: Li ser rêya bejahî ya Bîngol-Amedê wesayîta zirxî ya polîsên taybet li mînîbusek a rêwiyan ket. Di encama vê yekê de ajokarê mînîbusê Remzî Menteşe û zarokek 8-10 salî ku navê wî/ê nehat zanîn, jiyana xwe ji dest dan.

*20’ê Hezîrana 2017’an: Li navçeya Lîce ya Amedê gundî ji şîna Pakîze Hazar ku di encama lêdana wesayîta zirxî de jiyana xwe ji dest dabû, vedigeriyan. Di dema vegerê de wesayîta zirxî ya bi tîpa ejder li gundiyan ket û di encamê de Mahmût Oner (74), Mevlut Dagtaş (64), Abdûlhamît Dagtaş (63), Fîkrî Demîrbaş (53) û Zeyel Demîrbaş jiyana xwe ji dest dan. Lêpirsîna ku hatî vekirin, bi ne şopandinê encam wergirt.

*20’ê Hezîrana 2017’an: Li navçeya Elkê ya Şirnexê ji ber lêdana wesayîta leşkerî ya zirxî ya bi tîpa akrep, 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.

*19’ê Cotmeha 2017’an: Li Taxa Çal a Sêrtê Felek Batûr (6) di bin wesayîta zirxî ya bi tîpa ejder de ma û jiyana xwe ji dest da.

*5’ê Mijdara 2017’an: Li rêya derketinê ya Fermandariya Cendirmeyan a li rêya bejahî ya Êlihê-Amedê wesayîta zirxî li otomobîlekî xist. Di encamê de 3 ji leşker 2 kes birîndar bûn.

*5’ê Mijdara 2017’an: Li Taxa Korîk a Êliohê leşkerek ku navê wî nehat zanîn, bi wesayîta xwe ya şexsî ajokarî fêrî hevalê xwe dikir. Di wê demê de wesayît li Bûrak Îlhan (5) ku li kolanê ji xwe re dilîst, ket. Bûrak ku bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

*19’ê Mijdara 2017’an: Li Taxa Saray a girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê di encama lêdana wesayîta zirxî ya polîsan de, Fatma Nûre Dûrsûn (65) jiyana xwe ji dest da.

*22’ê Mijdara 2017’an: Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Rûken Cansiri (8) ku li nêzî Taxa Sûrê ji xwe re dilîst, di encama lêdana wesayîta zirxî ya polîsan de birîndar bû.

*19’ê Kanûna 2017’an: Li ser Cadeya Gevran a li semta Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê wesayîta zirxî li otomobîlekî xist û di encamê de ajokar birîndar bû.

*29’ê Kanûna 2017’an: Li navenda Amedê Ferhat Dalkiliç ji ber wesayîta zirxî jiyana xwe ji dest da.

*23’ê Çileya 2018’an: Li Cizîrê wesayîta zirxî ya bi tîpa Ûral û wesayîtek din li hev ketin, di encamê de Mehmet Saît Alpkan û du kurên wî bi giranî birîndar bûn.

*25’ê Çileya 2018’an: Li derdora Birca Belek ku di navbera taxên Dîcle û Kale yên navçeya Cizîr a Şirnexê de ye, wesayîta zirxî ya polîsan li S.A. (10) xist.

*16’ê Adara 2018’an: Li navçeya Şemdînlî ya Colemêrgê li ser çerxerêya Cadeya Cûmhûriyet û Cadeya Sermentê wesayîta cendirmeyan a bi tîpa Shortland li Îsmaîl Firat (72) ket. Di qezayê de Firat birîndar bû.

*7’ê Nîsana 2018’an: Li navçeya Silopiya ya Şirnexê li ser Cadeya Hastane ya li taxa yenîşehîrê wesayîta zirxî li Nesrîn Kiliç û zarokê wê yê biçûk Sûavî ket. Lingê çepê yê Sûavî hat jêkirin.

*Nîsana 2018’an: Wesayîta zirxî li Salih Mîran Guler (6) ku xwendekarê refa yekem a dibistana seretayî bû, ket û Guler birîndar bû. Ji bo bûyerê dozgeriyê pêdivî bi lêpirsînê nedît.

*22’ê Nîsana 2018’an: Li Kerboranê wesayîta zirxî ya polîsan, li Suphiye Yakut a 50 salî ku li ber deriyê mala xwe bû, ket û ew bi giranî birîndar kir.

*24’ê Gulana 2018’an: Li Mûşê ji ber gulebarana ji wesayîta zirxî Veysel Toplû (10) jiyana xwe ji dest da. Walîtiyê eşkere kir ku piştî 24 saetan bûyer bi qeza çêbûye.

*28’ê Gulana 2018’an: Li Çerxerêya rêyên bejahî ya navenda Dêrsimê di encama lêdana wesayîta zirxî ya leşkeran de Hasan Huseyîn Çîmen (60) birîndar bû.

*6’ê Hezîrana 2018’an: Li Amedê wesayîta zirxî ya polîsan (TOMA) li Mehmet Tektekîn (75) ket. Tektekîn 8’ê Hezîranê li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû, jiyana xwe ji dest da.

*13’ê Hezîrana 2018’an: Li Taxa Ataturk a Dêrsimê ji ber lêdana wesayîta zirxî Alî Sezer (92) jiyana xwe ji dest da.

*28’ê Hezîrana 2018’an: Li Geverê di encama lêdana wesayîta zirxî de Halît Artik (56) bi giranî birîndar bû.

*12’ê Adara 2019’an: Li Silopiyê Rûken Elma (9) di encama lêdana panzerê de ji lingê xwe birîndar bû.

*16’ê Gulana 2019’an: Li navçeya Cizîr a Şirnexê ji ber lêdana wesayîta zirxî ya polîsan Fevziye Şengul (46) birîndar bû.

*11’ê Îlona 2019’an: Li Amedê wesayîta zirxî li Efe Tektekîn (5) xist û di encamê de Tektekîn jiyana xwe ji dest da.

*23’ê Îlona 2019’an: Li gundê Goktepe yê navçeya Melezgirt a Dêrsimê ji ber lêdana wesayîta zirxî Oktay Er (22) jiyana xwe ji dest da.

*8’ê Kanûna 2019’an: Li Amedê di encama lêdana wesayîta zirxî de endezyarê înşaatê Cîhan Can (33) jiyana xwe ji dest da.

*1’ê Nîsana 2021’an: Li navçeya Geverê ya Colemêrgê Nîhat Şerzan Akdogan (12) ji ber lêdana wesayîta zirxî birîndar bû.

*8’ê Tebaxa 2021’an: Li Bidlîsê ji ber lêdana wesayîta zirxî Eyup Kirtay jiyana xwe ji dest da.

*3’ê Îlona 2021’an: Li Şirnexê ji ber lêdana wesayîta zirxî Mîhraç Mîroglû jiyana xwe ji dest da.

*24’ê Çileya 2022’an: Li navçeya Cizîr a Şirnexê ji ber lêdana wesayîta zirxî ya bi tîpa Ranter Abdûlgaffar Dayan (23) jiyana xwe ji dest da.

*7’ê Hezîrana 2023’an: Li navçeya Gever a Colemêrgê ji ber lêdana wesayîta zirxî E.A (5) jiyana xwe ji dest da.