Her çendî peymama STÊRK TV bi şîrketa peyka NÎLSAT’ê re heye, lê peykê biryar da ku ji 30’ê Îlonê ve weşana STÊRK TV ya li ser NÎLSAT’ê rawestîne. Sterk TV dê weşana xwe li ser Hotbirdê berdewam bike.
Şîrketa peyka NÎLSATê biryar da ku weşana Stêrk TV ya li ser peyka xwe rawestîne. Desteya Rêveber a Stêrk TV der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da. Rêveriyê da zanîn ku kanala wan ji bo Kurdistan, Rojhilata Navîn û Kurdên li Ewropayê weşana bi zimanê zikmakî dike û sedema rawestandina weşana kanala wan a li ser Nîlsatê jî îşaret bi zextên dewleta Tirk kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di weşanên me de li gel nûçe û bernameyên dewlemend, li hemberî polîtîkayên înkar û asîmlasyonê yên li hemberî zimanê Kurdî xwedî dînamîkek girîng heye. “ rêvebetiya TV’yê da zanîn ku ji ber vê yekê li rastî gelek astengî û zextan tê û got; “Polîtîkayên hukûmeta Tirk gihiştiye welatên Ewropayê.” Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên li Tirkiyeyê li hemberî azadiya çapemeniyê li derveyê Tirkiyeyê jî berdewam dikin.
WEŞANA XWE DÊ LI SER HOTBIRDÊ BIDOMÎNE
Her çendî peymama STÊRK TV bi şîrketa peyka NÎLSAT’ê re heye, lê peykê biryar da ku ji 30’ê Îlonê ve weşana STÊRK TV ya li ser NÎLSAT’ê rawestîne. Sterk TV dê weşana xwe li ser Hotbirdê berdewam bike.
Frekans:
HOTBIRD: li ser frenkansa 11.179 SYMB RATE 27.500 - FEC ¾