Nivîskar Mûstafa Sonmez diyar kir, rejîmek oportunîst, makyavelîst û bi tenê li xwe difikire li ser kar e û anî ziman, zimanê şer ê tê bikaranîn ji aliyekî ve dengên MHP'ê zêde dikin, li aliyê din rê li ber tifaqa artêşa Tirk vedike.
Aborînas-nivîskar Mustafa Sonmez girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê polîtîkaya hundir û derve ya AKP'ê ji ANF'ê re nirxand.
Sonmez da xuyakirin, ku girtina parlamenteran û saziyên çapemeniyê yên mûxalîf, ji zûdeyî hatine plankirin û got, "Gaveke ji nişka ve hatiye avêtin nîne. Mirov dikarin bêjin, di 1'ê Mijdarê de armanc çi bû, ya niha tê kirin jî dewama wê ye." Sonmez diyar kir, desthilatdariya ku di 7'ê Hezîranê de winda kir, di 1'ê Mijdara 2015'an de bi polîtîkayên şer û şîdetê, ji nû ve bi dest xistin."
'AKP LI BERDÊLA WÊ YA CIVAKÎ NAFIKIRE'
Sonmez da zanîn, rejîm dema pê hesiya ku zimanê aştî û muzakeerya bi Kurdan re dengê wê kêm dike, rêgeha xwe guherand. Sonmez got, "Zimanê şer ji aliyekî ve dengên MHP'ê zêde kir, ji aliyekî ve rê li ber tifaqa artêşa Tirk vekir. Lewma li aliyê şervaniyê vegeriya û di vê de bi israr e. Rejîmek oportunîst, makyavelîst û bi tenê li xwe difikire li ser kar e. Li berdêlên wê, li maliyeta civakî nafikire. Mîna ajokarekî ketiye rêya hemberî xwe. Li derdorê dide, zerarê dide derdora xwe û bi vî rengî hewl dide bi pêş ve biçe. Nasnameyên Kurd ên li Iraq û Sûriyeyê weke gefekê dibîne û hewl dide nehêle ew gavekê bavêjin. Lê belê hevsengiyên li wê derê zêde bi kêrî wê nayê. Ne karî bikeve nava Mûsilê, ne jî Reqayê. Kir nekir jê nehat ku PYD'ê weke terorîst îlan bike. Ji xwe nikare. Ji ber ku PYD hevalbendê pê bawer ê DYA ye. Ji bo Rûsyayê jî pêkhateya tevahiya Sûriyeyê ye. Kes paranoya 'gefa li ser sînorê me' cidî nabîne. Bi pêngava xwe ya li derve ya li dijî Kurdan re, hewl dide hilbijêran bi dest bixe. Lê belê ji ber ku ji wir tiştek nayê, vê carê ketiye nava hewldanên navxweyî."
'TIRKIYE WÊ BI DESTVALA JI DERVE VEGERE'
Nivîskar Mûstafa Sonmez ragihand, hem DYA, hem Rûsya, hem jî aktorên herêmî yên weke Îran, Îsraîl û gelek welatên Rojhilata Navîn êdî ji Tirkiyeyê bawer nakin. Dibînin ku helwesta wê ya mezhebî, herêmê dixe nava kaosê. Eger hêzên global karibin bi ser bixînin, wê ji bo Iraq û Sûriyeyê li ser hevparetiya axê û temsîla nasnameyan li hev bikin. Ev her du jî li xeta polîtîk a Tirkiyeyê nayê. Lewma Tirkiye wê bi destvala ji derve vegere."
'GIRSEYA GEL A RÊXISTINBÛYÎ, JI ÇEKA HERÎ MEZIN XURTIR E'
Sonmez di dewama axaftina xwe de anî ziman, ku gelekî girîng e HDP di vê demê de bi xurtî destnîşan bike ku partiyeke Tirkiyeyî ye û Tevgera Azadiyê ya Kurd jî daxwazên xwe yên ji bo çareseriyê bi dengekî xurtir bilêv bike.
Sonmez her wiha işaret bi girîngiya hevkariya bi CHP û siyaseta çep/sosyalîst kir û destnîşan kir, ku eger ev hêz û siyaseta Kurd hevkariyê bi hev re nekin wê nikaribin li ber vê rejîmê li ber xwe bidin.
Sonmez da zanîn, ku pêwîstî bi hevrêtiyeke bi vî rengî heye û got, "Lazim e vê yekê li zemîna demokratîk, meşrû û bi beşdariyeke berfireh a gel pêk bînin." Sonmez destnîşan kir, ku girseya gel a rêxistinbûyî ji çeka herî mezin xurtir e.