Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) bang li kedkar û hêzên demokratîk yên Tirkiyeyê kir û xwest di 1'ê Îlonê de li gel kurdan dakevin kolanan û daxwazên aştiyê bilind bikin.
Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, bang li kedkar û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê kirin û xwest li gel gelê Kurd mil bidin mil û dakevin qadan. SODAP'ê anî ziman ku, 5 parlementerên Kurd di girtîgehê dene û li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku gelê Kurd wekî Rêber qebûl dikin zêdeyî salekê ye tecrîd didome.
SODAP'ê da zanîn ku zêdeyî 8 hezar siyasetmedarên Kurd di girtîgehê dene û wiha got: "Li şûna ku çarseriyê bigerin hewl didin ku destnedayina Wekîlên BDP’yî rakin. Xuya dike ku dewlet polîtîkayên li dervê siyasetê û hewldanên înkar û îmhayê pêş dixe. Ev ne çareserî ye.
SODEP'ê, da zanîn ku, berpirsyarê xetimandina çareseriyê hikûmeta AKP'ê ye û 10 salin AKP pirsgirêka Kurd dixetimîne. SODAP'ê bang li her kesî kir ku di 1'ê Îlonê de ji bo aştiyê li kolanan bin.