Siyasetmedarên Kurd li Stenbolê bi qunciknivîsan re civiyan

Siyasetmedarên Kurd li Stenbolê bi qunciknivîsan re civiyan

Nivîskar-rojnamevan Nazli Ilicak siyasetmedarên Kurd li koçika xwe ya li Beylerbeyîyê siyasetmedarên Kurd pêşwazî kir. Tevî gelek qunciknivîsên naskirî yên Tirkiyeyê, Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk, Şaredarê Amedê Osman Baydemîr, gelek siyasetmedarên Kurd beşdarî xwarinê bûn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nêzî BDP’ê hatine wergirtin, nivîskar-rojnamevan Nazli Ilicak duh êvarê siyasetmedarên Kurd û qunciknivîsên rojnameyan vexwendiye xwarinê.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk, Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr, Berpirsa Karên Hiqûqî ya BDP’ê û Alîkara Hevserokên BDP’ê Meral Daniş Beştaş û Alîkara Hevserokên BDP’ê Fîlîz Koçalî beşdarî xwarinê bûn. Her wiha, qunciknivîsên navdar ên weke Mehmet Altan, Kadri Gursel, Oral Çalışlar, Serat Ergin, Nuray Mert, Amberin Zaman, Altan Oymen û Nazlı Ilicak jî amade bûn.

Hat diyarkirin mêvandarî bi qasî 5 saetan berdewam kir û siyasetmedarên Kurd bersiv da pirsên nivîskar-rojnamevan ên der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de.

Hat diyarkirin ku civîna ji aliyê Nazli Ilicak ve hat lidarxistin, bi mûzîka Kurdî bi dawî bû.