Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak ê ku li bajarê Insbruck ê Awisturyayê dawî li jiyana xwe anîn, piştî merasima li Bullachê ji bo bi balefire bişînin Amedê, bi karwaneke wesayîtan şandin bajarê Stuttgart ê Almanyayê .
Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak, di saetên êvarê de anîn bajarê Bullach ê girê dayî Zurîhê û li Salona Dawetê ya Essenê merasimek hate lidarxistin. Tevî nunerên KCK, PJAK, PYD, FEAKR û nunerên saziyên Kurdan ên li Ewropayê, gelek Kurd û dostên wan beşdar bûn.
Bi dorê her yek ji kurê Cemal Kavak Eyup Kavak, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Serokê PJAK’ê Rehman Hecî Ehmedî, siyasetmedarê Kurd Fûat Kav axaftinekirin û nameyên Kavak hatin xwendin. Axaftvanan xwestin çalakiya Kavak bi awayeke baş were dîtin û hate destnîşankirin ku ev çalakiya Kavak li hemberî jiyana dejenere ya li Ewropayê bû.
KURÊ WÎ YÊ DI GIRTÎGEHÊ DE: DIVÊ BAŞ WERE FÊMKIRIN
Her wiha, telgrafa ku kurê Kavak Devrîm Kavak ê ji doza PKK’ê girtî û niha di girtîgeha Çewlikê de ye, şand, hate xwendin. Kurê Kavak xwest ev çalakiya bavê wî baş were xwendin û baş were fêmkirin.
JI ALIYÊ HEZARAN VE HATE RÊWÎKIRIN
Di merasimê de bênavber dirûşimên “Şehîd Namirin” hatin qêrîn û piştî merasimê cenaze bi karwaneke qelebalix şandin Almanyayê. Kurdistaniyan heta deriyê sînorê Swîsre-Almanya yê li Baselê hevrêtiya cenaze kirin. Cenazeyê Kavak dê ji bajarê Stutgart a Almanyayê bişîninStenbolê û dê sibê saet di 11.30 de li Stenbolê bê pêşwazîkirin, dê ji wir bişînin Êlihê û ji wir jî bi rêya bejahî bişîne Amedê.
CENAZEYÊ KAVAK DÊ LI AMEDÊ BISPÊRINAXÊ
Ji ber wesiyeta Kavak, cenazeyê wî dê roja înê goristana Şehîtlîk a li Amedê, li kêleka gerîlayên PKK’ê birayê Kavak Serhat Kavak (Amed) û kurxalên wî Bayram Gun (Amed Dilxwaz) û Suleyman Gun (Silêman) bispêrin axê.