Sîxurî li ser ciwanê HDP’yî ferz kirin
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Celal Doner diyar kir dema ew hate destgîrkirin polîsan sîxurtî li ser wî ferz kirine.
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Celal Doner diyar kir dema ew hate destgîrkirin polîsan sîxurtî li ser wî ferz kirine.
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Celal Doner di meha Kanûnê de li Rihayê hatibû destgîrkirin û piştre ew biribûn Wanê. Doner diyar kir dema ew di nezaretê de bû, polîsan du rojan êşkence li wî kirine û sîxurtî li ser wî ferz kirine.
Doner diyar kir polîsekî li Rihayê jê re gotiye ‘Heke tu bixwazî ez bi rektor re biaxivim, ez te bikim akademîsyen’ û bal kişand ser vî tiştî ku sîxurtî li ser wî hatiye ferzkirin.
Doner diyar kir gelê Kurd li hemberî van polîtîkayan li ber xwe daye û got “Yên beriya me çawa li ber xwe dan em ê jî wisa li ber xwe bidin.”