Sîxurî li sedan kesî hate ferzkirin
Li gorî daneyên ÎHD'ê tenê di navbera salên 2015 û 2021'ê de sîxurî li ser 952 kesan hate ferzkirin.
Li gorî daneyên ÎHD'ê tenê di navbera salên 2015 û 2021'ê de sîxurî li ser 952 kesan hate ferzkirin.
Li gel fûhûş û narkotîkê yek ji kiryarên şerê taybet ên desthilatdariya dewleta Tirk, ferzkirina sîxuriyê ye. Di nava 8 salên dawî de ev kiryar hem zêde bû hem jî belav bû.
Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) tenê di navbera salên 2015 û 2021'ê de sîxurî li 952 kesan hate ferzkirin ku piraniya wan Kurd bûn. Li gorî daneyên di çapemeniyê de hatin weşandin jî di salên 2022 û 2023'an de kesên ku xwe weke polîs dan naskirin li sedan welatparêz şoreşgeran geriyan, ew girtin û sîxurî li wan ferz kirin.
RÊ Û RÊBAZÊN CUDA TÊNE CERIBANDIN
Polîs bi taybetî ji bo sîxuriyê berê xwe didin jin û ciwanan. Li gorî gotinên kesên ku sîxurî li wan hate ferzkirin, ji bo her kesî rêbazeke cuda tê bikaranîn. Rê û rêbazên polîsan ên ji bo ferzkirina sîxuriyê ji aliyê mexdûran ve bi vî rengî hatin bilêvkirin:
"- Pêşniyara pere tê kirin
- Bêkar be kar û mal tê pêşniyarkirin
- Eger jin be, gefa destdirêjiyê lê tê xwarin û dibêjin ku wê dîmenên destavêtinê li her derê belav bikin
- Soz didin ku wê bi rêk û pêk pereyan bidin
- Pirsgirêkên malbatî têne bikaranîn
- Di ser malbatê re gef tê xwarin
- Bi girtinê û girtîhiştina bi salan gef tê xwarin
- Têkiliyeke dejenere bi mirov dide kirin, piştre jî bi rêya vê têkiliyê gef tê xwarin
- Xwendekar be soz jê re tê dayin ku piştî dibistanê kar bide peydakirin."