Şirnexî ji bo ku komkujiya xwezayê re bêjin bes e li Cudî ne

Şirnexî ji bo ku komkujiya xwezayê re bêjin bes e li Cudî ne

Mîhrîcana Çiyayê Cudî ya ku bi armanca ji komkujiya xwezayê û înşatên santralên termîk re bêjin bese li kontarên çiyayê Cudî ya Şirnexê dê pêk were, ligel astengiya polîs û leşkeran pêk tê.  Bi sedan kesên barîkatên polîsan derbas kirin gihiştin qada mîhrîcanê.

Li gundê Cîfane ya li kontarên çiyayê Cudî bi pêşngiya BDP’ê mîhrîcan hatibû organîzekirin dest pê kir. Polîs û leşkeran diyar kir ku mîhrîcan hatiye qedexekirin û  têketinên hemû qadên mîhrîcanê hatin astengkirin.

Polîsan bi taybet ciwan ji wesayîtan derxistin û ligel hemû astengiyan gel berbi qadê ve herikî. Şêniyên herêmê,  ji wesayîtan derketin û berbi qadê ve herikîn. Ligel hemû astengiyan bi hezaran kes gihiştin qadê. Pankart û posterên Ocalan li qadê hatin daliqandin û jinan bi cilên xwe yên gelerî tevli mîhrîcanê bûn.